Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Lubnanê Naîm Qasim diyar kir ku berxwedan û gelê Filistînê plana metirsîdar a sîyonîstên îşxalker pûç kirin.
Naîm Qasim ji ber peymana agirbesta li Xezzeyê pîrozbahîyên xwe pêşkêşî Filistînîyan kir.
Qasim diyar kir ku ev yek helwesta xurt a berxwedanê ya li dijî rejîma îşxalker nîşan dide û got, "Dîrok wê cihê xwe di nava fedakarîyên Xezzeyê yên ji bo şikandina projeya dijminê îsraîlê de binivîsîne."
Qasim berdewam kir û got, "Ev peyman pêşnîyara Gulana 2024an bû û nehatîye guhertin û ev jî nîşan dide ku berxwedan gihîştiye tiştên ku dixwaze û îsraîl jî negihîşt armancên ku dixwest."
Qasim bal kişand ser têkoşîna Hîzbullahê ya li Lubnanê û weha got: “Helwesta muxalefetê ya Hîzbullahê piştgirî da Xezzeyê. Ciwanên berxwedêr bi qehremanî parastina cepheya pêşdeçûna xwe rawestandin. Her wiha Hizbullah û berxwedêr rê li ber armanca îsraîlê ya têkbirina berxwedana Lubnanê girtin û berxwedaneke bi rûmet û bi serê xwe derket holê.”
Qasim der barê peymana di navbera îşxalker û Lubnanê da weha got: “Me li dijî îxlalkirinan tehemûl kir ku derfetê bidin dewleta Lubnanê û garantorên navneteweyî yên ku ji vê peymanê berpirsyar in. Lê sebra me neceribîne. Ez bang li dewleta Lubnanê dikim ku li hember van bi sedan îxlalan bi biryar be. Ev rewş nikare bi vî rengî berdewam bike."
Êvara Çarşemê, Qeterê ragihand ku bi navbeynkariya Misir û Emrîkayê, di navbera Hamas û rejîma îşxalke a Xezzeyê de rêkeftina agirbestê pêk hatiye û xalên rêkeftinê dê roja Yekşemê dest bi cîbicîkirina wê bikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Spanyayê li navenda ski ya Astunê helkefta kursiyê hilweşîya, herî kêm 30 kes birîndar bûn.
Li Tehrana paytexta Îranê li ber Dadgeha Bilind êrîşa çekdarî pêk hat, di êrîşê de 2 dadwerên Dadgeha Bilind canê xwe ji dest dan û yek jî birîndar bû.
Di êrîşa Rûsyayê ya li Kîevê ya Ukraynayê de herî kêm 3 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn.