Sekreterê Giştî yê NY Guterres: Biryara bidestxistina Xezzeyê gengeşîyekî bitalûke ye

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, plana kontrolkirina bajara Xezzeyê ya rejima îşxalker wek “Gengeşîyekî bi talûke” nirxand. Û îfade kir ku ew ê krîza li wê derê kurtir be.
Neteweyên Yekbûyî derheqê plana îşxalkirina Xezzeyê ya bi temamî de daxuyanî da.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Gûterres îfade kir ku qerara îşxala Xezzeyê ya bi temamî gellekî bi tehlûke ye.
Gûterres weha got: “Ev hilperîneka bi tehlûke ye. Ev qerar wê bi milyonan xelkê Filistînê têxîne nava tehlûkeyê. Ji xwe Xezze hatiye asta tirsnak a felaketan. Êş û jan hatiye merheleya ku nayê tehemmul kirin.”
Gûterres îfade kir ku “Heger Xezze bi temamî bê îşxalkirin û yan jî hewla wê bê dayîn wê qirkirin û wehşeteka mezin çêbibe. Wê bi milyonan însan ji cîh û warên xwe dîsa bibin, wê bi hezaran însan dîsa can bidin. Wê xelayeka mezin çêbibe. Divê ev qerar bê betalkirin û korîdoriyên alîkariyê ji bo Xezzeyê bên vekirin û Xezze di nava ewlehiyê de bighêjin alîkariyên ku hê tên astengkirin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezareta Karên Derve yê Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê, biryara bi temamî bidestxistina Xezzeyê ya rejima îşxalker bi tundî şermezar kir.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 61 hezar û 369an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 152 hezar û 850 kesan.
Li Xezzeya ku bi dorpêç û êrîşên rejima îşxalker xela kurtir dibe, di nav 24 seatên dawîn de 11 kesên dinê jî ji birçîna canê xwe ji dest dan û şehîd bûn.
Polêsê Efxen, li başûrê Efxenistanê 9 ton tiryakê îmhe kirin û 100 kesan jî binçavkirin.