Serokwezîrê qaşo yê rejîma sîyonîst Netanyahu serdana xwe ya bo Emrîkayê betal kir
Hat ragihandin ku Serokwezîrê qaşo yê rejîma sîyonîst Binyamîn Netanyahu, serdana xwe ya plankirî ya bo Emrîkayê betal kiriye.
Hat ragihandin ku Serokwezîrê qaşo yê rejîma sîyonîst Binyamîn Netanyahu, serdana xwe ya fermî ya plankirî bo Emrîkayê betal kiriye. Sedema vê biryarê hêna jî bi fermî nehatiye ragihandin.
Serdana Netanyahu di demekê de hate plankirin ku aloziyên di navbera rejîma sîyonîst û Emrîkayê de zêde bûne. Di demên dawî de, nakokiyên di navbera her du aliyan de li ser mijarên leşkerî û sîyasî bêtir eşkere bûne.
Biryara betalkirina geştên hewayî bi pêşketinên herêmî û polîtîkaya Emrîkayê ya li hember Îranê ve jî girêdayî ye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Biryargeha Navendî ya Xatemûl Enbîya, ku rêxistina sîwanî ya Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê ye, ragihand ku ger Emrîka binesaziya Îranê hedef bigire, Hêzên Çekdar ên Îranê ew ê hemî binesaziya mayî ya li herêmê bixin û Tengava Hurmuzê ji bo Îranê "xeta sor a neguhêrbar" e.
Urdunê ragihand ku sîstema wê ya parastina hewayî heşt fuzeyên Îranî xistine xwarê.
Wezareta Navxweyî ya Sûrîyeyê ragihand ku wan karwanek çekan ji sînorê Îraqê ji bo Hîzbullaha Libnanê asteng kiriye.