Siyonîstên îşxalker, hinik leşkerên din şand Tulkerîmê, hilweşandin û xerakirin didome

Hêzên îşxalê yê siyonîst, duh di demên şevê de hîn bêhtir erebeyên leşkerî û buldozeran şand bajarê Tulkerîmê û qampên Tulkerîm, Nur Şemsê. Li herêmê êrîşên hilweşandin, xerakirin û şewitandina xaniyên didome.
Li gorî medyaya herêmî, şahidên bûyerê ragihandin ku dozerên îşxalê danê sibehê dest bi xebatên hilweşandinê kirin û tevahiya rojê dewam kirin. Dema siyonîstan hin mal şewitandin, li herêmê dengê çekan hat.
Hat ragihandin ku herî kêm xaniyên 13 malbatan ji teref îşxalkeran ve hatin hilweşandin.
Faysal Selameyê Serokê Komîteya Xizmetên Gela Qampa Koçberana Tulkerîm di daxuyaniya ku li WAFAyê kir de diyarkir ku, hêzên îşxalê danê sibehê dest bi xebatên hilweşandinê kirin û wextekî têrî bike neda ku xwediyê xaniyan malên xwe vala bikin.
Selame da zanîn ku, li gorî agahiyên berdest, heta niha 50 xanî wêran bûne yan jî şewitîne, 300 cihên kar bi temamî hatine xerakirin û bi sedan otomobîl jî zirar dîtine. Selame da zanîn ku ji ber hilweşîna binesaziyê jiyana li kampa koçberan sekinîya û destnîşan kir ku ji 15 hezar kesî 11 hezar kes neçar mane koç bikin.
Li aliyê din hêzên îşxalê li gelek nuqteyên bajarê Tulkermê nuqteyên leşkerî danîne û li kampa Nûr Şems jî malek şewitandin e.
Heyva Sor a Filistînê ragihand ku hêzên îşxalker ambulanseke xwe li kolana Nablus a nêzî Mizgefta El-Firdevs rawestand û dema ku ji bo birîndarekî di rê de bû, ew asteng kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê ya ku di 7ê Cotmehê de dest pê kiribû de hejmara şehîdan derket 48 hezar û 319 kesan û 111 hezar û 749 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin li Port-au-Princeya ku paytexta Haîtî ye endamên çeteyeke çekdar bi ser malan de girtin û 20 kesan kuştin.
Li Nîjeryayê ji serê salê vir ve ji ber şoba Lassayê 80 kesan canê xwe ji dest dan.
Malcom X'ê ji şehîdên meha sibata di 60emîn salvegera şehîdiya xwe de bi rehmet tê yadkirin.