Sîyonîstên îşxalker bombebarana giran a Lubnanê dikin

Artêşa îşxalker careke din agirbest îxlal kir û neh êrîşên esmanî li ser bajarokên başûr û rojhilatê Lubnanê pêk anî.
Li gorî xeberek ajansa nûçeyan a Lubnanê NNA, artêşa îşxalker li bajarên Nebatiye, Seyde, Merceyun û Bint Cubeyl ên li başûrê Lubnanê û Baalbek a li herêma Bekayê ya li rojhilat sîvîlan hedef girt.
Li gorî raporê, hinek ji êrîşên dijwar ên ku ji hêla balafirên şer ve hatine kirin, kevirên ocaxê û kargehên çîmentoyê kirine hedef.
Balafirên şer her wiha li dijî herêma di navbera bajarokên Rumin û Humin ên li Nebatiyeyê de êrîşeke hewayî pêk anîn.
Wesayîteke hewayî ya bêmirov (ÎHA) ya îşxalker li herêma Elî El-Tahir a li bakurê bajarokê Fewkayê êrîşek pêk anî.
Balafirên şer du êrîşên asmanî li ser devera Benaful a li Seydayê û êrîşek jî li ser herêma Herbe Duwayr a di navbera deverên seyrangehê yên Serafend û Baysariyeyê de pêk anîn.
Droneyekî sîyonîstî ya bêmirov rêya di navbera bajarokên Şerqiye û Kusriya Seyyad de bi mûşekeke arastekirî hedef girt.
Li Mercayun, droneke îşxalkeran êrîşî bajarokê Blida kir dema ku xelk mijûlî çinîna zeytûnan bûn.
Balafireke bêmirov a din a îşxalkeran êrîşî bajarokê Deyr Antar ê li herêma Bint Cbeil kir.
Balafirên şer li derdora bajarokê Şamstar ê li herêma Baalbekê jî êrîşên hewayî pêk anîn.
Hat ragihandin ku di nav hedefên êrîş lê hatine kirin de kevirê ocaxê ku ji hêla Hizbullahê ve ji bo çêkirina çîmentoyê ji bo ji nû ve avakirinê li başûrê Lubnanê tê bikar anîn, ku ji ber êrîşên îşxalkerên sîyonîst wêran bûbû.
Rejîma sîyonîst di Cotmeha 2023an de êrîşek li ser Lubnanê da destpêkirin û di Îlona 2024an de ev êrîş veguherî şerekî berfireh.
Di şer de zêdetirî 4 hezar kesî canê xwe ji dest dan, nêzîkî 17 hezar kes birîndar bûn û 19 kes jî hatin girtin.
Her çiqas di Mijdara 2024an de di navbera Hizbullah û rejîma sîyonîst de peymana agirbestê hatibe kirin jî, tê gotin ku îşxalkeran zêdetirî 4.500 caran peyman îxlal kirine, di encamê de bi sedan sivîl mirine û birîndar bûne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Emrîkayê Donald Trump û Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskiy li Qesra Spî civiyan.
HAMASê diyar kir ku ew nekarîne bigihîjin cenazeyên êsîrên di bin tunel û avahiyên ku ji ber bombebaranê wêran bûne de asê mane, û pêvajoya radestkirinê ji ber ku hêzên îşxalker destûr nedane alavên rizgarkirinê bikevin Xezzeyê asteng bûye.
Hat ragihandin ku pere, çek û wesayîtên ku ji teref îşxalkerê sîyonîst ve ji bo çeteyên ku piştgirîya wan dike da ku li Xezzeyê li dijî HAMASê bikar bînin hatine desteserkirin, ji hêla HAMASê ve hatine bidestxistin.