Baskê leşkerî yê HAMASê Tûgayên Îzzeddîn El Qessam û baskê leşkerî yê Fetihê Tûgayên Şehîdên El-Eqsayê, diyar kirin ku rêveberîya Mehmûd Ebbas hemû xetên sor derbas kirîye û bi zanebûn û sîstematîkî Filistînîyên bêguneh şehîd dike.
Van her du komên berxwedanê di civîna çapemenîyê ya hevpar de ku li Kampa Cenînê hate lidarxistin de, diyar kirin ku rêveberîya Filistînê, kampa Cenînê bi tevahî ji pêdiviyên bingehîn ên wekî av, ceryan û perwerdeyê bêpar hiştin.
Tûgayên Qessam û El-Eqsa bang li hemû rayedarên Filistînê kirin û ji wan xwest ku ji bo bidawîkirina zilma li vê kampê mesulîyetên xwe bi cih bînin.
Di daxuyanîyê de bal hat kişandin ser wê yekê ku sebra wan li ber qedandinê ye û destnîşan kirin ku divê Rêveberîya Filistînê rewşê negihîne wê astê ku encamên neveger û nediyar derkevin holê.
Hêzên ewlehîyê yên Rêveberîya Xweser a Filistînê ev du meh in êrîşên xwe li ser kampa Cenînê zêde kirine û heta niha di van êrişan de 8 Filistînî şehîd bûne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref sîyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 45 hezar û 936an û hejmara birîndaran jî derket 109 hezar û 274an.
Dayîka doktorê Filistînî Husam Ebû Safîyeyê ku di 27ê Kanûnê de ji teref sîyonîstên îşxalker ve hatibû revandin, piştî êşa ku dîtibû ji ber krîza dil canê xwe ji dest da.
Artêşa îşxalê doh êvarê êrîşî Xan Yûnis û El Balada Cîbalîyeyê kir, di êrîşa bomberdmanê de 7 jê zarok 25 kes şehîd bûn.
Li bajara Tûbasa Şerîaya Rojavayê ji teref ÎHAyekî artêşa îşxalê ve êrîş hat lidarxistin, di encamê de 2 jê zarok 3 kes şehîd bûn.