Tûgayên Qessam Careke Din îşxalkeran Dikin nav Kemînê

Hat ragihandin ku di pevçûnên li Xan Yûnisê de gelek leşkerên birîndar ên rejîma îşxalker bi helîkopteran hatine tehliyekirin.
Çavkaniyên girêdayî rejîma sîyonîst ragihandin ku ji ber "bûyereke ewlehiyê ya dijwar" a ku doh bi şev li Xan Yûnisê qewimî, gelek leşker birîndar bûn û ji herêmê hatin tehliyekirin. Geşedanên li herêmê nîşan didin ku îşxalker di kemîneke nû de asê mane.
Li gorî agahiyên di medyaya îşxalker de, piştî operasyona li dijî yekîneya endezyariyê ya li Xan Yûnisê, balafirên şer ji herêmê re hatine şandin. Hate destnîşankirin ku helîkopter ji bo veguhestina leşkerên birîndar gelek caran daketin û firîn.
Platformên medyaya civakî yên aîdî niştecihên sîyonîst jî "bûyera ewlehiyê ya dijwar" a li herêmê piştrast kirin û ragihandin ku leşkerên birîndar bi helîkopterên leşkerî ji bo nexweşxaneyên li deverên îşxakirî têne veguhastin.
Medyaya îşxalker diyar kir ku qedexeya weşana bûyerê heye.
Sêşema borî, li Xan Yûnisê, efserek û şeş leşkerên îşxalker di kemînekê de ji teref Tûgayên Qessam ê baskê leşkerî yê HAMASê ve hatin kuştin.
Di dema operasyonê de, mucahîdekî Qessam bombeyek destan avêt wesayîteke zirxî ya îşxalkeran. Ev bûyer bû sedema zêdebûna bangên di nav civaka sîyonîst de ji bo bidawîanîna êrîşa li ser Xezzeyê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîşeke bi wesayîteke bombebarkirî de li parêzgeha Xayber Paktûnxwa ya Pakistanê 13 kes hatin kuştin û 29 kes jî birîndar bûn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 56 hezar û 412an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 133 hezar û 54 kesan.
Tûgayên Qessam ên baskê leşkerî yê Hamasê ragihand ku wan bi mûşekên dijî-tank ên "Yasin 105" li çar wesayîtên zirxî yên avahîsaziyê yên aîdî artêşa îşxalker xistine û di wesayîtan de agir derketiye.
Pitikê bi navê Hanî, ku dema ew tenê çar mehî bû, mala wî di êrîşa sîyonîstan de li Xezzeyê wêran bû, lingê wî qut bû û laşê wî bi şarapnelê tijî bû. Dayika wî ji bona ku pitika wê nemire daxwaza tahliyekirina tenduristî ya bilez dike.