Tûgayên Qessam, ew ê cesedê 4 êsîran teslîm bike

Tûgayên Qessam, diyar kir ku ew ê 4 cesedê êsîran di çarçoveya pevguhertina êsîran de teslîm bikin.
Baskê leşkerî yê Tevgera Berxwedana Îslamî Îzzeddîn El Qessam destnîşan kir ku navê cesedê êsîran ev in Guy Illouz, Yossi Sharabi, Bevin Joshi û Daniel Perez in. Û hat îfadekirin ku parçeyek merhaleya agirbesta ku ji teref Serokê Emrîkayê Donald Trump ve hatîye destpêkirin e.
Qessam, ragihand ku pevguhertina êsîran a berxwedanê parçeyek ji bo xelaskirina êsîrên Filistînî yên ku di zindanên îşxalê de ne ye. Pirsgirêka êsîran pêşîvanîya însanî û netewî ya herî girîng e.
HAMASê di daxuyanîya ku berê dabû de destnîşan kir ku serokwezîrê rejima îşxalker Binyamîn Netenyahu û artêşa wî, “Di herba qirkirin û tunekirina du salan de neserfiraz bû ku êsîrên xwe bi zorê serbestbihêle û herî dawîn jî serî li ber berxwedanê tewandin.” Berxwedan bal kişandibû ku ji bo vegera leşkerên êsîr rêyek tenê heye, ew jî peymana pevguhertina êsîran û dawîkirina herba qirkirinê ye.
Peymana agirbestê, di şebeqa roja Înê ji teref hikûmeta îşxalker ve hat qebûlkirin û bi wê şeklê ket merîyetê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Artêşa îşxalkeran digel agirbesta li Xezzeyê gule li ser Filistînîyên ku vedigerîyan malên xwe reşand. Di encama gulereşandinê de li Taxa Şûcaîyeyê 5 kes şehîd bûn.
Li bajara El Callaoya Venezuelayê, madenekî zêran ji ber şilîyê hilweşîya, di encamê de 14 karker canê xwe ji dest dan.
Rejima îşxalker, li Şerîaya Rojavayê avêtin ser malên êsîrên ku serbestberdane.