Tûgayên Qessam Kemînê li îşxalkeran Dikin: Kuştî û Birîndar hene

Tûgayên Qessam, baskê çekdarî yê Hamasê, ragihand ku wan li herêma Beyt Lahiya ya bakurê Xezzeyê kemînek danîne ser hêzek artêşa îşxalker ku xwe di malekê de vedişart û kuştine.
Tûgayan di daxuyaniyekê de gotin, "Piştî vegera ji cepheya şer, şervanên Qessam piştrast kirin ku wan kemînek aloz li dijî hêzek sîyonîst ku li malek li herêma El-Atatra ya Beyt Lahiya li bakurê Xezzeyê xwe dispêre, pêk anîne û leşkerên dijmin kuştine û birîndar kirine."
Qessam her wiha ragihand ku Mucahîd di 27ê Gulana 2025an de karîne bi roketeke "Yasin 105" tankeke Merkawa ya sîyonîst bikin hedef û kuleya buldozereke leşkerî ya celebê "D9" bi "bombeya Şawaz" hatiye hilweşandin û di nav ekîba wê de mirî û birîndar hene.
Di daxuyaniyek din de, şervanên Qessam ragihandin ku di 29ê Gulana 2025an de, li herêma Tel el-Zeater, rojhilatê kampa Cebeliye li bakurê Xezzeyê, wesayîta kolandina leşkerî ya "Baqer" ji ber mayîneke bi teqemeniya zêde hatiye îmhakirin, ku bûye sedema mirina ajokarê wesayîtê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Kinshasa, paytexta Komara Demokratîk a Kongoyê (KDK), di lehî û hezaza erdê de ku ji ber barana zêde çêbû, 29 kesan canê xwe ji dest dan.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 55 hezar û 400î, hejmarê birîndaran jî gihaşt 128 hezar û 923 kesan.
Rejima îşxalker, li dijî herêmên cuda yên başûrê Libnanê êrîşan pêk anît.
Rejima sîyonîst, li Kirmaşanê Nexweşxaneya Farabîyê hedef girt. Di êrîşê de hat desntîşankirin ku nexweşxane zerarê dîtiye û mirovên ku birîndar bûne hene.