Tehdîda vekirî ji bo benderên Hudeydeyê: Rejîma sîyonîst sivîlan dike hedef

Avichay Adraee, berdevkê erebî yê artêşa rejîma sîyonîst, ji xelkê sîvîl xwest ku ji sê benderên Yemenê yên di bin kontrola Ensarullahê de derkevin û îddîa kir ku ew "ji bo armancên leşkerî têne bikar anîn".
Avichay Adraee, berdevkê erebî yê artêşa rejîma sîyonîst, li ser platforma civakî ya Xê peyamek tehdîdkar derbarê sê bendergehên stratejîk ên li parêzgeha Hudeydeyê ya Yemenê de belav kir.
Adraee îddîa kir ku bendergehên Hudeyde, Ras Îsa û el-Salîf, ku di bin kontrola tevgera Ensarullah de ne, ji bo armancên leşkerî têne bikar anîn. Di peyama xwe de, ku wî ligel nexşeyekê ku bendergehên mijara gotinê nîşan dide parve kir, wî bang li sivîlên li van deveran kir ku "di cih de bendergehan vala bikin".
Adraee got, "Ev hişyariyek e. Valakirina benderan dikare jiyana we xilas bike," derî ji bo her êrîşeke muhtemel vekir û îşaret da ku bender dikarin bibin hedef.
Ji aliyekî din ve, tevgera Ensarullahê berê ragihandibû ku ew ê operasyonên xwe yên leşkerî li Behra Sor û Kendava Adenê wekî bersivek li hember êrîşên rejîma sîyonîst li ser Xezzeyê bidomînin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li herêma Kalîmantana Rojhilata Endonezyayê ji ber barana zêde hezaz pêk hat û ax herikî, di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest dan.
Qeter û Misirê biryara Hamasê ya berdana êsîrê Emrîkayî wekî "jesteke niyeta baş" bi nav kirin. Herdu welatan banga vegera danûstandinan li Xezzeyê ji bo agirbesteke berfireh kirin.
Li wîlayeta Bedexşana Efxenistanê di madenekî de hilweşîn pêk hat, di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest dan.