Tevgera Ensarullahê Yemenê, keştîya balafirê ya bi navê USS Harry Trumana aîdê Emrîkaya îşxalker li Behra Sor, bi fuze û ÎHAyan hedef girt.
Berdevkê Tevgera Ensarullahê Yahya Serî derheqê operasyonê de daxuyanîyek da û îfade kir ku armanca wan ew bûye ku keştîyê ji herêma operasyonê derbixin.
Serî destnîşan kir ku ew di operasyonê de fuze û ÎHAyan bikaranîtine, van operasyonan jî ji bona ku hebûna Emrîkayê ya li herêmê û vekişîna keştîyê ji herêma operasyonê ye.
Yahya Serî destnîşan kir ku ew ê van operasyonan bi tenê bi Emrîkayê re sînordar nebe, Serî îfade kir ku ew ê ji ber dorpêç û êrîşên rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê operasyonên xwe berdewam bikin.
Serî, weha got, “Heta ku êrîşên îsraîlê yên li dijî Xezzeyê neyên sekinandin, ew ê operasyonên me yên li dijî îsraîlê berdewam bikin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Sîyonîstên îşxalker li Xezzeyê êrîşeke asîmanî pêk anîtin, di encama êrîşa asîmanî de yek jê wezîfedarekî tenduristîyê 5 sîvîl şehîd bûn.
Li bajara Assam a Hîndîstanê ji kana komirê ya di bin avê de 4 cenaze hatin derxistin.
Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, daxuyand ku li herêma Kurska Rûsyayê 2 leşkerên Koreya Bakur êsîr girtin.
Li Yemenê di îstasyona sotemenîyê de teqîn pêk hat, di encama teqînê de 15 kesan canê xwe ji dest dan, herî kêm 67 kes jî birîndar bûn.