Trafîka keştîyan li Tengava Hurmuzê daketiye 3an
Veguhestina behrê li Tengava Hurmuzê, ku şerê di navbera Komara Îslamî ya Îran û Emrîkayê de berdewam dike, dîsa kêm bûye. Hat ragihandin ku di 15ê Îlonê de tenê 3 keştî ji tengavê derbas bûne.
Veguhestina behrê li Tengava Hurmuzê ji ber şer û fikarên ewlehiyê yên zêde dibe, berdewam kêm dibe.
Di 15ê Îlonê de tenê sê keştî ji Tengava Hurmuzê derbas bûn. Ev hejmar roja berê pênc bû.
Keştiyên ku derbas dibûn tankerek gaza xwezayî ya şilekirî û du keştiyên barhilgir bûn ku li gorî agahiyan yek ji wan ala Îranê li ser bû.
Trafîka keştîyan li Tengava Hurmuzê ji asta berî şer pir kêmtir e. Di 9ê Îlonê de, tê gotin ku tenê 7 keştî ji tengavê derbas bûne, li gorî navînîya 10 rojan a 14 keştîyan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tevgera Ensarullahê tohmetên Erebistana Siûdî yên ku dibêjin Yemen Mekkeyê hedef digire red kir û diyar kir ku operasyonên wan tesîsên petrolê û baregehên leşkerî yên dûrî cihên pîroz hedef girtine.
Hat îfadekirin ku ji ber hilweşîna madena zêran a li herêma Kordofan a Rojava herî kêm 60 kesan canê xwe ji dest dan, xebatên lêgerînê berdewam dikin.
Beşek muhîm a înşaeta “Projeya Nexweşxaneya Sehra Al Cela” ku ji teref Weqfa Êtîman ve li Xezzeyê hat destpêkirin temam bû.