Trump û Pûtîn pêvajoya agirbestê axivîn

Serokê Emrîkayê Donald Trump û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin, di hevdîtina ku li ser telefonê li dar xistin de pêvajoya agirbesta Rûsya-Ukraynayê axivîn. Hat destnîşankirin ku hevdîtin baş derbas bûye.
Alîkarê Midûrê Pênûsa Taybet ê Qesra Spî Dan Scavino li ser hîsaba xwe ya Xê daxuyanîyek parve kir û di daxuyanîya xwe de diyar kir ku Trump û Pûtîn li ser telefonê hevdîtineke berfireh kirin. Li gorî seata Emrîkayê hevdîtin, di seat 10.00an de dest pê kir û 2,5 berdewam kir.
Hêj ji teref Qesra Spî ve daxuyanîyeke fermî nehat dayîn, Kremlîn di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ku herdu serok jî di warê xebatên li ser pirsgirêkên çareserîya îxtîlafa Ukraynayê de li hev kirin. Xeyn ji vêya hat ragihandin ku ew ê di warê lihevkirina Ukraynayê de hem Rûsya hem jî Emrîka komên pispor amade bikin.
Kremlîn, diyar kir ku Putîn ji pêşnîyara Trumpê ku bila di nav 30 rojan de hem Rûsya hem jî Ukrayna êrîşî binesazîyan nekin re bi başîtî lê nihêrt. Qesra Spî jî, di daxuyanîya ku piştî hevdîtinê da de, bal kişand ku herdu serok jî di warê herb bi “aştîyeke mayînde” bidawî bibe de yekfikr in û îfade kirine ku divê mizakereyên berfireh jî berdewam bikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres got, "Em dibin şahidê rewşek ku gelê Filistînê bi awayekî bê tehemul diêşe, bi sedan di êrîşên hewayî de dimirin û alîkariyên mirovahî hêna jî têne astengkirin."
Daîreya Weqfên Îslamî ya Qudsê, daxuyand ku li Mescîdî Eqsayê 60 hezar mirov nimêjên eşa û terawîhê kirin.
Yek ji serokên tevgera HAMASê Usame Hamdan, îfade kir ku bi armanca sekinandina êrîşên rejima îşxalker a li dijî gelê Filistînê bi rayedarên Qeter û Misirê re di nav têkilîyê de ne.
Serokwezîrê qaşo yê rejima îşxaîlker Binyamîn Netenyahu, di daxuyanîya ku derheqê êrîşa li dijî Xezzeyê de belav kir de, destnîşan kir ku mizakere tenê wê di bin şer de berdewam bike.