Trump: Agirbesta Xezzeyê dibe ku vê hefteyê bê çêkirin

Serokê Emrîkayê Donald Trump got ku di danûstandinên ji bo bidawîkirina şerê li Xezzeyê de, dibe ku vê hefteyê peymaneke agirbestê were kirin. Trump bersiva Hamasê, ku bi rêya navbeynkaran hat ragihandin, wekî "pêşkeftinek erênî" nirxand.
Trump roja Înê 4ê Tîrmehê li ser balafireke Air Force One ji rojnamevanan re got, "Xweş e ku em dibihîzin ku Hamas ji pêşniyara me re vekirî ye. Divê em tiştekî li ser Xezzeyê bikin. Em gelek pere û alîkarî dişînin wir." Lê Trump her wiha tekez kir ku ew hêna li ser rewşa danûstandinan nehatiye agahdarkirin û agahdariyeke berfireh negirtiye.
Tevgera Hamasê doh êvarê ragihand ku wan şêwir û hevdîtinên xwe yên navxweyî bi komên Filistînî re temam kirine û "bersiveke erênî pêşkêşî birayên navbeynkar kirine." Tevgerê ragihand ku ew amade ye ku "danûstandinên cîddî" ji bo agirbestek daîmî û bidawîanîna êrîşan dest pê bike.
Li gorî çapemeniya îşxalker, bersiva HAMASê gihîştiye Tel Avîvê û aliyê îşxalker dest bi nirxandina vê bersivê kiriye. Li gorî televîzyona Kanal 12, tê texmînkirin ku tîma danûstandinê ya rejîma îşxalker di demek nêzîk de biçe Dohayê da ku hûrguliyên pêşniyara HAMASê nîqaş bike. Tê texmînkirin ku ev danûstandin nerasterast bin û dibe ku rojek û nîvek bidomin.
Ji aliyekî din ve, tê ragihandin ku pêvajoya rêkeftinê jî di rejîma îşxalker de aloz e. Li gorî Yedioth Ahronoth, yek ji rojnameyên rastgir ên çapemeniya îşxalker, di civîna kabîneya ewlehiyê ya roja Pêncşemê de di navbera qaşo Serokwezîr Netanyahu û Serfermandarê Giştî Eyal Zamîr de nîqaşên dijwar çêbûne.
Çavkaniyên îşxalê diyar kirin ku dibe ku Serokê Emrîkayê Trump û Netanyahu di civîna xwe ya roja Duşemê de li Washingtonê peymana agirbestê ya muhtemel ji raya giştî re ragihînin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 57 hezar û 338an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 135 hezar û 957 kesan.
Tûgayên Qessam ragihandin ku wan li dijî leşker û wesayîtên îşxalker ên li nêzî Rêveberiya Perwerdehiyê ya li navenda Xan Yûnisê operasyoneke berfireh pêk anîne.
Sekreterê Giştî yê Tevgera Hizbullaha Lubnanê Şêx Neîm Qasim di axaftina xwe de got ku berxwedan çekdanîn û teslîmbûnê neke.