Trump: Ger hewce be em ê îsraîlê biparêzin
Serokê Emrîkayê Donald Trump, di daxuyaniya xwe ya ewil a piştî êrîşên rejîma sîyonîst de diyar kir ku ew hêvî dikin ku pêvajoya danûstandinên nukleerî bi Îranê re bidomînin. Trump got, "Îran nikare bibe xwediyê bombeya nukleerî. Ger hewce be em ê îsraîlê biparêzin."
Trump bi rêya telefonê ji Fox News re axivî û got ku hinek ji serkirdayetiya Îranê mirine, lê pêvajo wê berdewam bike. Trump got, "Em hêvî dikin ku em vegerin ser maseya danûstandinan, em ê bibînin."
Trump diyar kir ku ew li bendê ne ka Tehran wê çawa bersiva êrîşên rejîma sîyonîst bide û tekez kir ku ew ê di her pêşketinek gengaz de li kêleka rejîma sîyonîst bin.
Daxuyaniyên Trump helwesta Emrîkayê li herêmê û piştgiriya wê ji êrîşên rejîma sîyonîst bi awayekî zelal eşkere kirin.
Serokê Emrîkayê tekez kir ku ger rageşiya li herêmê zêde bibe, wê gavên pêwîst ji bo temînkirina ewlehiya rejîma sîyonîst werin avêtin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Îranê li peravên Kendava Ummanê tankereke petrolê ya biyanî ku tê de 6 milyon lître sotemeniya dîzelê ya qaçax hatibû dîtin desteser kir. Hat ragihandin ku pergalên navîgasyonê yên tankerê hatine sekinandin.
Rejîma îşxalker îro serê sibê bi ser gelek deverên Şerîaya Rojava de girt û gelek kes desteser kir.
Nûnerê taybet ê Serokê Emrîkayê Donald Trump, Steve Witkoff, li Berlînê bi Zelenskî û rêberên Ewropî re dicive, wekî beşek ji hevdîtinên ku armanca wan bidawîanîna şerê li Ukraynayê ye. Lêbelê, paytextên Ewropî berî destpêkirina danûstandinan ji Washingtonê garantiyên ewlehiyê yên zelal dixwazin.
Piştî ku wesayîteke leşkerî li Suweydayê ji teref dronekê ve hate hedefgirtin, hêzên ewlehîyê yên Sûrîyeyê agirbest wekî îxlalkirin îlan kirin û peyama "bersiveke tund" dan komên çekdar.