Trump: Me îsraîlê xelas kir, Niha Dema xelaskirina Netanyahu ye

Serokê Emrîkayê Donald Trump doza gendeliyê ya ku li dijî Serokwezîrê rejîma sîyonîst Benyamin Netanyahu hatiye vekirin, parast. Trump Netanyahu wekî "qehreman" bi nav kir û xwest ku doz were betalkirin an jî Ew were efûkirin.
Donald Trumpê Serokê Emrîkayê ji bo xelaskirina serokwezîrê rejîma sîyonîst Benyamin Netanyahu ji doza gendeliyê dest bi hewldanan kiriye. Trumpê ku li ser Truth Social daxuyaniyek da, li hember derketina Netanyahu ya roja Duşemê li dadgehê bertek nîşan da.
Trump diyar kir ku wî û Netanyahu "bi hev re ji cehennemê derbas bûne" û got, "Emrîka bû ku îsraîlê xelas kir, niha em ê Netanyahu xelas bikin!" Doza gendeliyê wekî "qaşo şerma edaletê" bi nav kir, Trump îddîa kir ku "di dîroka îsraîlê de tu kesî bi qasî Netanyahu bi biryardarî şer nekiriye".
Trump gazîkirina Netanyahu ji dadgehê re wekî "nêçîra cadûyan" bi nav kir û got: "Divê ev doz bi lez û bez were betalkirin an jî divê Netanyahu wekî qehremanek were efûkirin. Ew gelek tiştên din heq dike."
Her çiqas ev gotinên Trump di navbera rejîma sîyonîst û Emrîkayê de wekî mînakek nû ya dilsozî û berjewendiya hevbeş a mutleq hatin hesibandin jî, di hinek derdoran de ew jî hatin tinazkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Çeteyên cihûyî yên ku di bin parastina rejima sîyonîst de ne, li bajaroka Kafr Malika rojhilata Şerîaya Rojavayê êrîşan pêk anîtin, di encamê de 3 Filistînî şehîd bûn, 7 kes jî birîndar bûn.
Li wîlayeta Guanajuatoya Meksîkayê li dijî malekî êrîş hat lidarxistin, di encamê de 10 kesan canê xwe ji dest dan, 12 kes jî birîndar bûn.
Berdevkê Tûgayên Îzzeddîn El Qessam ê baskê leşkerî yê HAMASê Ebû Ubeyde, destnîşan kir ku li hember rejima êrîşên îşxalker berxwedan bênavber berdewam dike. Wî bal kişand ku kemînên li Xezzeyê têne danîn di esra dawîn a modern de mînakên herî wêrek ên berxwedanê ne.