Tûgayên Qessam: Me li Xan Yûnisê 11 leşkerên îşxalker kuşt û birîndar kir

Tûgayên Qessam ragihandin ku wan bi rokêtek dijî-personel hêzek piyade ya 11 leşkerên sîyonîst li Xan Yûnisê hedef girtine.
Tûgayan di daxuyanîyekî ku li ser kanala xwe ya Telegramê belav kir de weha gotin, "Mucahîdên me li bajarokê Ebasanê, rojhilatê Xan Yûnisê, yekîneyeke piyade ya sîyonîst a ji 11 leşkeran pêk dihat bi roketeke dijî-personel hedef girtin û wan kuştin û birîndar kirin."
Qessam her wiha ragihand ku sîyonîstan bi sîstema rokêtê ya "Racum" a menzîla kurt a 114 mm wargeha "Magen" bombebaran kirin.
Di daxuyanîyeke din de jî Tûgayan ragihand ku wan roja Şemiyê li bakurê çarrêya Ebû Şerh li herêma El-Betn El-Samin, li başûrê bajarê Xan Yûnis li başûrê Xezzeyê, tankeke Merkava bi roketeke tandemê hedef girtine.
Qessam ragihand ku di 8ê Hezîrana 2025an de, wan ajokarê buldozerê leşkerî yê îşxalker bi guleyên nîşangiran li Kolana El-Muntar, li rojhilatê taxa Şuca'iyya li bajarê Xezzeyê kuştin.
Tûgayên Qessam, baskê leşkerî yê HAMASê, wêneyên operasyona ku hêzek sîyonîst û hêzek din a piyade ya sîyonîst ku li malek li herêma El Atatra ya Beyt Lahiya li bakurê Xezzeyê xwe dispêrin hedef digirin, parve kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 55 hezar û 400î, hejmarê birîndaran jî gihaşt 128 hezar û 923 kesan.
Rejima îşxalker, li dijî herêmên cuda yên başûrê Libnanê êrîşan pêk anît.
Rejima sîyonîst, li Kirmaşanê Nexweşxaneya Farabîyê hedef girt. Di êrîşê de hat desntîşankirin ku nexweşxane zerarê dîtiye û mirovên ku birîndar bûne hene.
Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku di êrîşên hewayî yên ku rejîma siyonîst roja Înê li ser Îranê pêk anîne de herî kêm 224 kes şehîd bûne û zêdetirî 1200 sîvîl jî birîndar bûne.