Tûgayên Qessam: Peyman encama biryardariya gelê me ye û pabendbûna me ya bi peymanê di destê îşxalkeran de ye

Tûgayên Qessam diyar kirin ku peymana agirbestê bi saya têkoşîna gel û biryardariya şervanên berxwedanê destkeftiyek e û heta ku aliyê îşxalker pabendî peymanê bibe, ew ê jî pabendî wê bin.
Tûgayên Qessam daxuyaniya xwe ya yekem derbarê peymana agirbestê de dan:
Qessam di qenala xwe ya Telegramê de daxuyaniyek da û got:
"Ev peyman destkeftiyek e ku bi saya berxwedana gelê me û biryardariya şervanên berxwedêr hatiye bidestxistin.
Em bi eşkereyî radigihînin ku heta ku aliyê îşxalker bendên peymanê û bernameya diyarkirî bicîh bîne, em ê jî bi tevahî pabendî vê peymanê bibin.
Berxwedan her tim li ser rawestandina şerê qirkirinê hessas bûye û ji mehên pêşîn ên şer ve ji bo vê yekê hewl daye.
Lê belê, dijmin ji bo berjewendiyên xwe yên teng û ji bo têrkirina xwesteka hovîtî û tolhildanê ya hikûmeta xwe ya bi mejiyê Nazî, van hemû hewldanan pûç kiriye.
Tevî serdestiya xwe ya îstîxbaratî û hêza xwe ya leşkerî ya mezin jî, dijmin nekarî bi zexta leşkerî êsîrên xwe vegerîne.
Û niha, wekî ku wî ji destpêka berxwedanê ve soz dabû, ew neçar ma ku bi rêya rêkeftineke danûstandinê êsîrên xwe vegerîne.
Naziyên îşxalker dikarîbûn piraniya êsîrên xwe bi mehan berê sax bigirin, lê ji ber xudperestî û serhişkiya xwe ew rawestiyan. Di dawiyê de, artêşa wan, ji ber sîyaseta wan a têkçûyî ya tepeserkirina leşkerî, biryar da ku bi dehan ji wan bi xwe bikuje.
Em ji êsîrên xwe yên azad re dibêjin: Xezzeyê û berxwedana me ji bo rizgarkirina we ji zincîran tiştê herî hêja feda kirin. Em soz didin ku doza we dê her gav di dilê me de û di serê pêşîniyên me yên neteweyî de be heya ku hûn azadiya xwe ya tevahî bi dest bixin.
Di vê navberê de, Qessam navên êsîrên ku ew ê di çarçoveya peymanê de berde parve kir. Li gorî vê yekê, Qessam biryara xwe ya berdana 20 êsîrên sîyonîst ên zindî ragihand. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tûgayên Qessam, diyar kir ku ew ê 4 cesedê êsîran di çarçoveya pevguhertina êsîran de teslîm bikin.
Artêşa îşxalkeran digel agirbesta li Xezzeyê gule li ser Filistînîyên ku vedigerîyan malên xwe reşand. Di encama gulereşandinê de li Taxa Şûcaîyeyê 5 kes şehîd bûn.
Li bajara El Callaoya Venezuelayê, madenekî zêran ji ber şilîyê hilweşîya, di encamê de 14 karker canê xwe ji dest dan.
Rejima îşxalker, li Şerîaya Rojavayê avêtin ser malên êsîrên ku serbestberdane.