UNICEF: Rewşa li Xezzeyê felaketekî ku bi destê înanan tê kirin e

Fona Alîkarîya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), daxuyand ku birçîbûna li Xezzeyê mezin û belav bûye, rewşa li vê derê felaketekî ku bi destê însanan hatîye çêkirin e.
UNICEF, li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî derheqê Xezzeyê de daxuyanîyek da.
Di daxuyanîyê de îfade kir ku li Xezzeyê zarok û mirovên mezin ji ber birçîna canê xwe ji dest didin, “Kêmxwarina ku di nav zarokan tê dîtin û li ser pileya mirinê de ye, gihaştîye pileya felaketê. Xwarina li wê derê di pileya talûketir de kêm e, ava paqij jî di bin pileya lezgîn de ye.”
Hat îfadekirin ku alîkarîya însanî gelek gelek kêm in û rîskên ciddî yên ewlehî hene, “Ev, felaketekî ku bi destê însanan hatîye çêkirin e. Êdî bes e!”
Di dawîya daxuyanîyê de hat îfadekirin ku divê ji malbatên mihtac re bi lez û bez alîkarî bê gihandin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 59 hezar û 587an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 143 hezar û 498 kesan.
Tevgera berxwedana Îslamî Hamas, ragihand ku wan bersiva xwe ya ji bo pêşniyara agirbestê li Xezzeyê ji navbeynkaran re gihandiye.
Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê ragihand ku di teqînekê de li bajarokê Maaret Misrîn ê gundewarê bakurê Îdlibê de 2 kes mirin û 70 kes birîndar bûn.
Li başûrê bajarê Îdlib ê Sûriyeyê, teqînek mezin çêbû.