Li bajarê Îdlîbê teqîn: 2 mirî, 70 birîndar

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê ragihand ku di teqînekê de li bajarokê Maaret Misrîn ê gundewarê bakurê Îdlibê de 2 kes mirin û 70 kes birîndar bûn.
Wezîrê Rêveberiya Rewşên Awarte û Karesatan Raed el-Salih di daxuyaniyekê de got, "Em teqîna nenas a ku îro li bajarokê Maaret Misrîn li gundewarê bakurê Îdlîbê qewimî dişopînin. Tîmên Parastina Sivîl a Sûriyê piştî bûyerê yekser gihîştin cihê bûyerê û wezîfeyên xwe yên ji bo derxistina qurbaniyan û veguhestina birîndaran pêk tînin."
Salih destnîşan kir ku teqînên dubare li herêmê hewldanên bersivdayînê asteng kirine, û hewldanên rizgarkirin û tahliyekirinê berdewam dikin.
Hat ragihandin ku teqîn ji ber germahiya zêde ya ku teqemenî lê hatiye germkirin, pêk hatiye.
Wezareta Tenduristiyê ya Sûrîyeyê ragihand ku herî kêm du kes mirine û 70 kes jî birîndar bûne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 59 hezar û 676an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 143 hezar û 965 kesan.
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS), Daxuyanîya naskirina Dewleta Filistînê ya ji teref Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ve hatibû daxuyandin bi kêfxweşî pêşwazî kir.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku ew amadekariyan dikin ku Filistînê wek dewlet nas bikin.
Berpirsê HAMASê Teysir Suleyman, ji kesên ku tevger û berxwedanê ji ber mirinên li Xezzeyê sûcdar dikin re bertek nîşanî da û got, "Ger berxwedan teslîm bibe, dibe ku ew bikaribin bixwin, lê serê wan ew ê were jêkirin! Armanca îsraîlê ev e: Ger hûn nikaribin berxwedanê têk bibin, gelê wan bikujin. Bi birçîbûn û dorpêçkirinê wan bînin ser çokên wan."