UNRWA: Xezzeyîyan ji birçîna di kolanan de dixeriqin

Ajansa Îskan û Alîkarîya Penaberên Filistînî yê li Rojhilata Nêz a Neteweyên Yekbûyî (UNRWA), ji ber astengkirina alîkarîyên însanî li Xezzeyê Filistînîyan di kolanan de dixeriqin.
Di daxuyanîya ku ji teref Ajansa Îskan û Alîkarîya Penaberên Filistînî yê li Rojhilata Nêz a Neteweyên Yekbûyî (UNRWA), ve hat belavkirin de hat diyarkirin ku li Xezzeya ku rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve didomîne û ji 2yê Adarê vir ve jî alîkarîyên însanî têne astengkirin xela zêde bûye.
UNWRA, daxuyand ku “Însanan di kolanan de dixeriqin” û rewşa însanî ya li Xezzeyê qal kir û got ku weqfên belavkirina alîkarîyan ên rejima sîyonîst-Emrîkayê malbatên Filistînîyan “nizm dikin, birçî dihêlin, ditirsînin, birîndar dikin û reht dikin.”
Di daxuyanîyê de weha hat îfadekirin, “Divê tu kes di nav du bijartîyan de neyên hiştin, ji bo rîska jîyanê û ji bo malbata xwe temînkirina xwarinê.” Û dûre hat destnîşankirin ku “Weqfa Alîkarîya Însanî ya Xezzeyê” bi alîkarîyên xwe yên qaşo jîyana Filistînîyan dike nav talûkeyê.
Daxuyanî weha berdewam kir, “Sîstema me, pisporîya me û îradeya me heye. Tiştê ku lazimatîya me jê re heye derbasbûn e. Dorpêçê rakin. Îzîn bidin ku em karên xwe bikin.”
Rejima sîyonîst, ji 27ê Gulanê vir ve ji bilî denetima sazîyên alîkarîya navneteweyî û NYyê, Weqfa Alîkarîya Însanî ya Xezzeyê ku di bin kontrola Emrîka û rejima sîyonîst de ye kir merîyetê û dest bi belavkirina alîkarîyan kir.
Encax ev sazî ji terf NYyê ve nayê naskirin û ji teref komên Filistînîyan ve tê redkirin. HAMASê jî vê sîstemê wek “kemînên mirinê” binav dike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tûgayên Qessam ragihandin ku wan li dijî leşker û wesayîtên îşxalker ên li nêzî Rêveberiya Perwerdehiyê ya li navenda Xan Yûnisê operasyoneke berfireh pêk anîne.
Sekreterê Giştî yê Tevgera Hizbullaha Lubnanê Şêx Neîm Qasim di axaftina xwe de got ku berxwedan çekdanîn û teslîmbûnê neke.
Ji ber lehîya li Texasa Emrîkayê herî kêm 24 kesan canê xwe ji dest dan. Rayedarên Herêmê, hişyarî dan dibe ku hejmarê mirîyan zêde jî bibe.
Serokkomarê Îranê Pezeşkîyan piştî vegera xwe ji serdana xwe ya Azerbaycanê li Balafirgeha Mehrabad a Tehranê daxuyaniyek da.