Endamê Biroya Sîyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî HAMAS Usama Hamdan weha got, “Dijmin ji gelê Filistînê ya li Xezzeyê re her tiştî asteng dike. Kuştin û tunebûnkirinê didomîne.”
Hamdan derheqê qirkirina ku li Xezzeyê berdewam dike de daxuyanî da, îfade kir ku divê sûcdarên qirkirinê divê li her derî bêne darazandin.
Hamdan bal kişand ku peyama berxwedanê, bi biryar e, îradeya wî zêde û bilind e, digel fedekarîyan tu hêz û qewetekî nikare wan têk bibe, “Sekin û tewrên me yên di mizakereyan de agirbest, vekişîna îşxalê, pevguhertina êsîran û bê şert û mercên îsraîlê ji nû ve lêkirina Xezzeyê ye. Wezîrê Karên Derve yê Emrîkayê Blinken hevparê vê herba qirkirinê ye. Em bawerî bi wan nakin û em ê şopînerê qanûnî ya hevparîya wan a di sûcên ku li dijî gelê me hatine kirin de bin.”
Hamdan îfade kir ku tecrûbeya mizakereyan nîşan daye ku, rêya tenê ya bidestxistina mafan a gelê Filistînê pevçûna bi dijmin re û mecbûrhiştina vekişîna wan e, “Em hêvî dikin ku bila Sûrîye baş be û li alîyê berxwedanê be, vê tiştê jî ji bo Filistînîyan naxwazin, ji xwe em berxwedanê didin. Em vê tiştê ji ber ku îşxalker îşxala xwe ya li Golan û cîhên dinê berfirehtir dike hêvî dikin. Tiştê herî mûhîm a ku Tofana Eqsayê nîşanê me daye eve ku xeyn ji berxwedanê gel nikarin azad bibin. Di nêz de prosedûr û tiştên me yên nû yên ku bi daxuyanîyan serokê me ya biroya sîyasî çêbibin hene. Di tevgerê de xebatên me wek her demî bi normalî berdewam dike. Encax ji bo daxuyanîyê sebebên prosedûrên rêxistinê hene. Şopandin, darazandina sûcdarên herba sîyonîstan hedefa netewî ya Filistînê ye. Ev hedefa hemû însanên azad ên li ser rûyê erdê ye.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref sîyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 45 hezar û 936an û hejmara birîndaran jî derket 109 hezar û 274an.
Dayîka doktorê Filistînî Husam Ebû Safîyeyê ku di 27ê Kanûnê de ji teref sîyonîstên îşxalker ve hatibû revandin, piştî êşa ku dîtibû ji ber krîza dil canê xwe ji dest da.
Artêşa îşxalê doh êvarê êrîşî Xan Yûnis û El Balada Cîbalîyeyê kir, di êrîşa bomberdmanê de 7 jê zarok 25 kes şehîd bûn.
Li bajara Tûbasa Şerîaya Rojavayê ji teref ÎHAyekî artêşa îşxalê ve êrîş hat lidarxistin, di encamê de 2 jê zarok 3 kes şehîd bûn.