Wehşeta sîyonîstan bênavber berdewam dike: Di nav 24 seatan de 48 şehîd

Rejima sîyonîst, di êrîşên xwe yên li dijî Xezzeyê de herî kêm 48 Filistînîyan şehîd kir. Hat îfadekirin piranîya şehîdan zarok, pîrek û sîvîlên ku ji cîhê xwe bûne ne.
Êrîşên rejima îşxalker ên li dijî Xezzeyê, di warê qirkirinê de berdewam dike.
Doh, di êrîşên ku heta êvarê berdewam kirin de herî kêm 48 Filistînî şehîd bûn, bi dehan jî birîndar bûn.
Di encama êrîşên ku ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve berdewam dike de, rejima sîyonîst herî kêm 52 hezar û 615 Filistînîyan şehîd kir. Hejmarê birîndaran jî derket 118 hezar û 752 kesan.
Piranîya şehîdan jî zarok û pîrek in.
Hêna jî bi hezaran însan di bin kavilan de ne û aqûbeta wan nayê zanîn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezareta Karên Hundir a Xezzeyê ji bo dagirtina valahiya ewlehiyê û îstîqrara aramiya civakî hêzeke nû ya rêveberiyê ya ji 5 hezar kesan pêk tê ava kir. Ev hêz dê bi hemû desthilatdariya xwe li dijî kaos, talan û çeteyên hevkar operasyonan dest pê bike.
Êrîşên bênavber ên rejîma sîyonîst li ser Xezzeyê bûne sedema wê ku bi deh hezaran zarok bê dê û bav bimînin. Hinekan dê û bavên xwe winda kirine, hinekan tenê êşê bi bîr tînin. Sazî hewl didin bi çavkaniyên sînorkirî birînan derman bikin.
Çeteyên Cihû di saetên sibehê de êrîşî Mizgefta Eqsayê ya li Quds îşxalkirî kirin û di bin parastina polêsên îşxalker de rîtûelên Talmûdî pêk anîn. Xaxemên ku piştgirîya hilweşandina El-Eqsayê û avakirina perestgehekê li şûna wê dikin jî beşdarî êrîşê bûn.