Weqfa Êtîman li Yemenê şîva germ belav kir
Weqfa Êtîman, li Yemena ku krîza însanî berdewam dike ji bo malbatên mihtac şîva germ belav kir.
Di çarçoveya xebatên ku ji teref Weqfa Êtîman ve tê meşandin de, li hermên cuda yên Yemenê ji malbat û zarokan re şîva germ hat gihandin. Malbatên ku di bin rewşa xerab de micadeleya jiyanê didin, bi vê alîkarîyê çiqas hindik be jî hilmekî girtin.
Rayedarên weqfê, bal kişandin ku li Yemenê roj bi roj lazimatî ji xurekê re heye, û ji bo vêya gotin ku bila xêrxwazan alîkarîyên xwe bidomînin.
Di daxuyanîya ku ji teref rayedaran ve hat belavkirin de ji xêrxwazan re sipasî hat kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Vîdyoyek kurt ku tê de Yaman, kurê fermandarê şehîd Huzeyfe el-Kehlut (Ebû Ubeyde), ku li kêleka wî şehîd bû, tê de hene, li ser medyaya civakî dengvedanek mezin çêkir.
Ofîsa Medyayê ya Hikûmetê li Xezzeyê ragihand ku di sala 2025an de 56 rojnamevanên Filistînî dema ku li ser wezîfeya xwe bûn şehîd bûne. Hejmara rojnamevanên ku ji destpêka êrîşên qirkirinê ve şehîd bûne gihîştiye 275an.
Wêneyên satelîtê nîşan dan ku du kampên mezin ên penaberan li Bakurê Darfûrê û wîlayetên bakurê Sûdanê bi dijwarbûna şer re bi lez berfireh bûn. Piştî hilweşîna El-Feşîr, bi deh hezaran kes revîyan deverên ewletir.
Li Xezzeyê ji ber serma û tofanên dijwar sê kes şehîd bûn, di heman demê de rejîma sîyonîst peymana agirbestê di roja 83an de îxlal kir. Di encama êrîşên hewayî, topxane û gulebaranê de birîndar hene; li Şerîaya Rojava jî ciwanek şehîd bû.