Weqfa Êtîman, li Yemenê sifra fitarîyê danî

Weqfa Êtîman ku li çar alîyê cîhanê fealîyetên xwe yên alîkarîyê didomîne, di vê meha Remezanê de jî ji mihtacên li Yemenê re sifreya fitarîyê danî.
Bi hezaran malbatên ku ji ber krîza însanî ya li Yemenê rojên zor û zehmet derbas dikin, bi alîkarîya Weqfa Êtîman di meha Remezanê de fitarîyên xwe dikarin vebikin.
Weqfa Êtîman bi alîkarîya xêrxwazan li Yemenê sifreya fitarîyê danî û bi hezaran mirovan kêfxweş kir.
Yemen ji ber herb û pirsgirêka aborî ya ku bi salan e berdewam dike krîzeke mezin a însanî dijî. Di serî de zarok û pîrek bi hezaran însan, di warê temînkirina lazimatîyên xwe yên bingeh de zehmetîyan dikşînin. Di temînkirina xwarinê de pirsgirêkên ciddî têne kişandin, di meha Remezanê de jî ev gelek zehmettir dibe.
Weqfa Êtîman jî vê rewşê dide ber çavan û sifreyên fitarîyê datîne, bi taybetî jî wan sifreyan li herêmên navçe û gundan vedike. Bi tevî van xebatan di menewîyata meha Remezanê de sifreyan bibereket dike.
Weqfa Êtîman bi tevî sazîyên herêmê van xebatan tertîp dike û digel hemû zordarî û zehmetîyan li giştîyê Yemenê torekî alîkarîya mezin saz kirîye.
Weqf bi tenê alîkarîyên di meha Remezanê de xwe sînordar nake. Weqf di amûrên bingeh de, temînata ava paqij, hilberînên paqijî jî temîn dike û belavê mihtacan dike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê ya ku di 7ê Cotmehê de dest pê kiribû de hejmara şehîdan derket 50 hezar û 251 kesan û 114 hezar û 25 kes jî birîndar bûn.
Artêşa îşxalê, li bajaroka El Zeytûnê avahîyekî hedef girtin û bomberdman kirin, di encamê de 14 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Erdhejên ku li Myanmarê di mezinahîyên 7,7 û 6,4an de pêk hatin, li gelek cîhên welat jî hat hîskirin, bû sedema xerabûnên mezin.
Komîserê Giştî yê Ajansa Îskan û Alîkarîya Penaberên Filistînî yên li Rojhilata Nêz a Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) Philippe Lazzarini, destnîşan kir ku ji sê hefteyî zêdetir e alîkarîya însanî nakeve nav Xezzeyê, Lazzarînî îfade kir ku li Xezzeyê rîska belavbûna birçîbûnî û nexweşîyan zêde bûye.