Wezîrê Derve Hakan bi Serokkomarê Sûrîyeyê re civîya

Wezîrê Derve Hakan Fîdan li Şamê bi Serokkomarê Sûrîyeyê Ahmed Şara re civîya.
Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan di çarçoveya serdaneke xebatê de çû Şamê.
Di hevdîtina Wezîr Fîdan bi Serokkomarê Sûrîyeyê Ahmed Şara re, hevkariya di navbera herdu welatan de li ser mijarên wekî hebûna HSDê li bakurê Sûriyeyê hat nîqaşkirin.
Herwiha, êrîşên rejîma siyonîstî yên li ser Sûriyeyê jî hatin nirxandin.
Her wiha hat gotin ku di civînê de nirxandineke giştî ya pêşketinên ku di heşt mehên piştî rûxandina rejîma Esed de di warên cûda de hatine bidestxistin, hatiye kirin.
Di heman civînê de, li ser hewlên ji bo ji nû ve avakirina Sûrîyeyê jî axivîn.
Wezîr Fîdan di 22ê Kanûna Pêşîn a 2024an û 13ê Adarê de jî serdana Sûrîyeyê kir. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Balafira herbê ya ji tîpa F2 ya aîdê Hêzên Parastina Xwe ya Japonyayê ket xwarê.
Li bajaroka Bey Xanûna ku li bakurê Xezzeyê ye zarokek qîzîn a Filistînî, di bin êrîş û dorpêça rejima îşxalker de, ji birçîna canê xwe ji dest dan.
Di rêze êrîşên asmanî yên ku balafirên îşxalker şeva borî li ser bajarokên Dêr Seryan û Zutar ên li başûrê Lubnanê û her wiha li derdora Çemê Lîtanî kirin de kesek hat kuştin û gelek kes birîndar bûn.