Wezareta Karên Derve yê Fîlîstînê: Rejîma îşxalker bombeya fosfor ya di nav neteweyî de qedexeye dişixulîne

Li ser hîsaba medyaya civakî ya Wezareta Karên Derve yê Fîlîstînê hat daxuyandin, îşxalkeran li cîhên ku nifûs li wê derê zêde ye fosfora sipî ya ku di navneteweyî de qedexeye şixuland.
Rejîma îşxalker piştî operasyona “Tofana Eqsayê” ya ku di 7ê Cotmehê de ji teref Tugayên Qassamê ve hatibû destpêkirin, li dijî Xezzeyê di rêya hewa û behrê de êrîşên xwe didomîne.
Wezareta Karên Derve yê Fîlîstînê daxuyand, rejîma îşxalker bombeya fosforê şixulandîye. Di daxuyanîya ku hat kirin de hat gotin ku ji herêma Kerameya bakurê Xezzeyê re fosfor hatîye şixulandin.
Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “îsraîlê îşxalker, li dijî Fîlîstînîyan fosfora sipî ya ku di navneteweyî de qedexeye dişxulîne.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 52 hezar û 760an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 119 hezar û 264 kesan.
Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li bakur-rojhilatê Nîjeryayê zêdetirî 600 hezar zarok di bin talûkeya birçîbûnîyê de ne.
Wekîlê Serokwezîrê Pakistanê û Wezîrê Derve Îshak Dar ragihand ku piştî êrîşa Hindistanê, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan şevê bi wî re telefon kiriye û hevxemiya xwe ya ji bo Pakistanê anî ziman.
Ji ber bombebarana firokeyên şer ên rejîma sîyonîst li xwaringehek û bazarek li navçeya El-Rîmal a rojavayê bajarê Xezzeyê, herî kêm 32 Filistînî şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.