Wezîrê Parastinê yê Sûrîyê li Şamê şandeyeke pilebilind a Rûsyayê pêşwazî kir
Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Murhaf Ebû Qesra li Şamê şandeyeke payebilind a Rûsyayê bi serokatiya Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Yunus-Bek Yevkurov mazûvaniya kir. Civîn li ser xurtkirina hevkariya leşkerî û pêşxistina mekanîzmayên hevrêziya hevbeş bû.
Wezîrê Parastinê yê Sûrîyeyê Murhaf Ebû Qesra doh li Şamê pêşwazî li şandeyeke payebilind a Rûsyayê ya bi serokatiya Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Yunus-Bek Yevkurov kir.
Li gorî agahiyên ku ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyeyê SANA ragihandiye, aliyan gavên ji bo kûrkirina têkiliyên leşkerî yên her du welatan û mekanîzmayên nû yên hevrêziyê yên ku dê berjewendiyên wan ên hevbeş biparêzin nirxandin.
Ev serdan berdewamiya rêze civînên asta bilind ên di hefteyên dawî de bû. Di 2ê Mijdarê de, Tuxgeneral Yahya Bitar, Rêveberê Daîreya Perwerdeya Hêza Hewayî û Parastina Hewayî ya Wezareta Parastinê, mazûvaniya şandeyeke leşkerî ya Rûsyayê kir bi serokatiya Kontramîral Oleg Viktorovich Kornenkoyê kir. Di vê civînê de, wan li ser nûjenkirina taybetmendiyên topxane, hêzên hewayî, yekîneyên zirxî û ataşeyên leşkerî, û her weha pêşxistina bernameyên perwerdeyê ji bo adaptekirina şert û mercên heyî nîqaş kirin.
Di heman demê de, şandeyeke Sûrî bi serokatiya Serfermandarê Giştî Elî el-Nasan li Moskowê hevdîtin pêk anîn. Piştî van serdanan, Wezîrê Parastinê Ebû Qesra di 31ê Tîrmehê de li Moskowê bi Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Andrey Belousov re civiya. Wezîrê Derve Esed el-Şebanî û Serokê Îstîxbarata Giştî Huseyîn Selame jî beşdarî civînê bûn.
Tê texmînkirin ku îradeya hevbeş a ji bo xurtkirina bêtir hevrêziya leşkerî ya di navbera herdu welatan de bi hevdîtina dawî re xurttir bûye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Dadgeha Tawanên Navneteweyî ya Bangladeşê, Serokwezîra berê Şêx Hesîna bi sûcên li dijî mirovahiyê, ji ber bersiva tund a hikûmeta wê ya li hember xwepêşandanên xwendekaran ên par, cezayê darvekirinê da.
Otobûsek ku rêwîyên umrê di nav de bûn dema ku ji Mekkeyê diçûn Medîneyê li tanekerekî qelibî. Li gorî diyarîyên ewil di encamê de 42 an jî 45 kes canê xwe ji dest dane, di nav mirîyan pîrek û zarok jî hene.
Komên berxwedanê li dijî pêşnûmeqanûna ku ji hêla Washingtonê ve li NY hatiye belavkirin, banga hevgirtina herêmî û navneteweyî kirin, û tekez kirin ku şandina hêzên biyanî bo Xezzeyê "formek cuda ya îşxalkirinê" ye.