Xelil el Hayye û Îbrahîm Kalin hevdîtinê kirin

Serokê lijneya mizakereya HAMASê Xelîl el Hayye, li ser telefonê bi Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin re hevdîtinek kir. Di hevdîtinê de, mizakereyên agirbesta li Xezzeyê û geşedanên sîyasî yên dawîn ên li herêmê hatin bidestxistin.
El Hayye, di hevdîtinê de ji Kalin re sekina tevgerê ya ji pêşnîyaza agirbesta Temsîlkarê Taybet ê Rojhilata Navîn ê Emrîkayê Steve Wifkott re diyar kir.
El Hayye destnîşan kir ku HAMASê pêşnîyazê dinirxîne, bal kişand ku şertên bingeh ev in ku divê li Xezzeyê agirbestekî mayînde bê îlankirin, alîkarîyên însanî bi bêastengî bêne gihandin û hêzên îşxalê ji Xezzeyê bi temamî vekişin.
Di hevdîtinê de, xeyn ji meseleyên agirbestê, qetlîamên dawîn ku li Refahê hatine kirin jî hatin rojevê. El Hayye, ji Kalin re îfade kir ku li dijî sîvîlên ku dixwazin alîkarîya însanî bidestbixin re jî êrîş têne kirin. Û di encamê de gelek Filistînî şehîd bûn.
Kalin jî destnîşan kir ji bona ku li Xezzeyê agirbestekî mayînde û berfireh bê îlankirin û ji polîtîkaya birçîhiştin a li dijî sîvîlan jî bê dawîkirin xebatên dîplomatîkî berdewam dikin.
HAMAS, diyar kir ku xebatên Tirkîyeyê ku dixwaze li herêmê edalet bê temînkirin bi şanazî pêşwazîdikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 54 hezar û 677an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 125 hezar û 530 kesan.
Hêzên Çekdar ên Yemenê ragihandin ku wan bi du balafirên bêmirov êrîşek li ser Balafirgeha Lod a li herêma Ceffa ya îşxalkirî pêk anîne û operasyon serkeftî bûye.
Serokê Emrîkayê Donald Trump û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn, li ser telefonê axivîn.
Nêzê 1,5 milyon hecîyên ku hatine Mekkeyê, berê xwe dan Erefayê. Rayedarên Siûdî, daxuyandin ku li hember germahîya zêde bi 250 hezar personel û ji 400î zêdetir unîteyên sarkirinê tedbîrên xwe girtine.