Yemenê ji rejima îşxalker re fuzeyên balîstîkî avêt

Artêşa îşxalê, îddîa kir ku sîstemên wan ê parastina hewayê hinek fuzeyên balîstîkî yên ku ji alîyê Yemenê ve hatine avêtin îmhe kirine. Ji ber fuzeyan li hinek bajarên başûr elarm hatin lêxistin.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref rejima sîyonîst a îşxalker ve hat belavkirin ve, fuzeyek ku ji alîyê Yemenê ve hatîye avêtin, berîya ku bighêje sehaya hewa ya rejima îşxalker hatîye îmhekirin. Piştî bûyerê li bajarên Bîrûssebî (Berşeva) û Dîmonayê sîrenên elarmê hatin lêxistin.
Ji Mijdara 2023yan vir ve Tevgera Ensarullahê, ji ber bûyerên ku li Xezzeyê pêk têne tim û tim ji axên îşxalkirî re fuzeyan û balafirên bêmirov ên hewayê dişîne.
Berdevkê Hêzên Çekdar ê Yemenê Tûggeneral Yahya Serî, daxuyand ku ew ji baregeha hewa ya “Nevatîm”ê re fuzeya balîstîkî ya bi navê “Filistîn 2”yê şandine. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres got, "Em dibin şahidê rewşek ku gelê Filistînê bi awayekî bê tehemul diêşe, bi sedan di êrîşên hewayî de dimirin û alîkariyên mirovahî hêna jî têne astengkirin."
Daîreya Weqfên Îslamî ya Qudsê, daxuyand ku li Mescîdî Eqsayê 60 hezar mirov nimêjên eşa û terawîhê kirin.
Yek ji serokên tevgera HAMASê Usame Hamdan, îfade kir ku bi armanca sekinandina êrîşên rejima îşxalker a li dijî gelê Filistînê bi rayedarên Qeter û Misirê re di nav têkilîyê de ne.
Serokwezîrê qaşo yê rejima îşxaîlker Binyamîn Netenyahu, di daxuyanîya ku derheqê êrîşa li dijî Xezzeyê de belav kir de, destnîşan kir ku mizakere tenê wê di bin şer de berdewam bike.