Zelenskîy: Plana aştiyê garantiyên ewlehiyê ji bo 15 salan dihewîne; em dixwazin vê heyamê dirêj bikin heta 50 salan
Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskî diyar kir ku plana aştiyê ya heyî, ku ji bo bidawîanîna şer hatiye çêkirin, 15 sal garantiyên ewlehiyê pêşkêşî Kîevê dike, lê daxwaza wan ew e ku vê heyamê dirêj bikin heta 50 salan.
Serokkomarê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskî piştî civîna xwe ya li gel Serokê Emrîkayê Donald Trump li Florîdayê got ku xebata li ser planeke aştiyê ya 20 maddeyî ji bo bidawîanîna şer berdewam dike û wan ev plan bi Trump re nîqaş kiriye.
Zelenskî got ku li ser piraniya maddeyan bi rêveberiya Washingtonê re lihevkirinek hatiye kirin, û destnîşan kir ku maddeyên mayî yên nakokî yekparçeyiya axa Ukraynayê û rêveberiya Santrala Nukleerî ya Zaporizhia ne.
Zelenskî diyar kir, "Ji 20 maddeyên di pêşnûmeyê de, tenê ev du - pirsgirêka erdê û xebitandina santrala elektrîkê - bê çareser mane. Sedema ku ez dibêjim plan ji sedî 90 temam bûye ev du madde ne ku hêna jî li ser wan li hev nehatiye kirin."
Derbarê garantiyên ewlehiyê yên ku dê ji Ukraynayê re werin dayîn de, Zelenskî diyar kir ku plana heyî garantiyên bêdawî nagire nav xwe, lê heyamek derbasdar a 15 salan bi vebijarka dirêjkirinê piştî wê pêşbînî dike.
Zelenskî, destnîşan kir ku wî daxwaza dirêjkirina vê heyamê ji Trump re ragihandiye û got, "Min jê re got ku rewşa şer nêzîkî 15 salan e berdewam dike, ji ber vê yekê em garantîyên demdirêjtir dixwazin. Min diyar kir ku gaveke ku heyameke 30, 40, an jî 50 salan vedihewîne dê ji bo wî biryarek dîrokî be. Serok Trump got ku ew ê vê pêşniyarê binirxîne." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê rêberên şehîd ên Tûgayên Qessam bi bîr anî û tekez kir ku xwîna ku hatiye rijandin ew ê heta ku dagirkerî bi dawî bibe rêya berxwedanê ronî bike.
Tûgayên Îzzeddîn el-Qessam, baskê leşkerî yê Hamasê, bi fermî şehadeta berdevkê xwe yê leşkerî Ebû Ubeyde ragihand, û ev daxuyanî ji teref berdevkê wan ê nû ve li ber kamerayan hat dayîn.
Baran û bahozên ku tesîrdar in, ji bo bi sed hezaran xelkê Xezzeyê yên ku di konan de dijîn, metirsiya xeniqînê, nexweşî û sermayê zêde kiriye.