Îranê bi Erebistana Siûdî û Îmaratê re li ser rewşa Yemenê axivî
Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî di du pêwendiyên telefonî yên cuda de bi Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan û Wezîrê Derve yê Îmaratên Yekbûyî yên Erebî Ebdullah Bin Zayed Al Nehyan re li ser rewşa Yemenê axivî.
Wezareta Derve ya Îranê bi daxuyaniyekê ragihand ku Iraqê bi hevtayê xwe yê Siûdî re li ser mijarên herêmî û navneteweyî û têkiliyên dualî yên Îran û Erebistana Siûdî axivîne.
Di daxuyaniyê de her wiha hate destnîşankirin ku di hevdîtinê de Erakçî li ser pêşketinên li başûrê Yemenê rawestiyaye û tekez li ser pêwîstiya parastina yekîtî û yekparçeyiya axa Yemenê û bicîhanîna nexşerêyê kiriye.
Eraqçî her wiha êrîşên rejîma siyonîst ên li ser Lubnanê şermezar kir û bal kişand ser berpirsiyariya civaka navneteweyî, bi taybetî garantorên agirbestê, di rawestandina êrîş û cinayetên li dijî gelê Lubnanê de.
Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî, di heman demê de, girîngiya parastina lihevkirin û hevkariya di navbera welatên herêmî de ji bo parastina aştî û aramiya herêmê tekez kir û diyar kir ku divê "rejîma siyonîst" berpirsiyar be. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tûgayên Îzzeddîn el-Qessam, baskê leşkerî yê Hamasê, bi fermî şehadeta berdevkê xwe yê leşkerî Ebû Ubeyde ragihand, û ev daxuyanî ji teref berdevkê wan ê nû ve li ber kamerayan hat dayîn.
Baran û bahozên ku tesîrdar in, ji bo bi sed hezaran xelkê Xezzeyê yên ku di konan de dijîn, metirsiya xeniqînê, nexweşî û sermayê zêde kiriye.
Artêşa rejîma sîyonîst ragihand ku wan sîstemeke nû ya astengkirina mûşek û balafiran a bi bingeha lazerê wergirtiye da ku di nav mîmariya parastinê ya pir-qatî ya wê de were entegrekirin.