Di encama bomberdûmana derdorê Nexweşxaneya Kemal Advanê ya li bakurê Xezzeyê de 3 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Nerxweşxaneya Kemal Advanê ya li bakurê Xezzeyê, di orta ji bo xelaskirina nexweş û personelên tenduristîyê banga midexeleyê hat kirin de ev bû du roj e dûçarê êrîşê îşxalkeran dibe.
Artêşa îşxalê, derdorê Nexweşxaneya Kemal Advanê bomberdûman kirin. Li gorî diyarîyên ewil di encama bomberdûmanê de 3 kesan canê xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn.
Li gorî çavkanîyên tenduristîyê, îşxalkerên ku li dijî nexweşxaneyê bi guleyên topan bomberdûmana xwe didomîne, beşa welidîbûn û jiydayîkbûnê jî bi nîşandaran hedef digre û dibe sedema xesarên giran. Ji ber êrîşan bi ekîbên hindir re jî ragihanî qut bûye.
Heman çavkanîyan, diyar kirin ku ekîbên tenduristîyê yên ku di nexweşxaneyê de dimînin jî ji bona ku xwe ji şarepnel û guleyan biparêzin di qorîdor û beşan de kom bûne, balafirên bêînsan yê hewayê ya îşxalkeran jî jenerator û tankên sotemenîya nexweşxaneyê hedef girtin û bi temamî ceryana nexweşxaneyê qut kirin.
Artêşa îşxalê, ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve li Xezzeyê ji alîyê bejahî, hewa û behrê êrîşên xwe didomîne, di encama van êrîşan de bi tevî zarok û pîrekan 45 hezar û 259 kes şehîd bûn, 107 hezar û 627 kes jî birîndar bûn. Bi hezaran şehîd hêj di bin kavilan de ne encax ambûlans û ekîbên xelaskirinê nikarin xwe bighêjînin wan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîşên rejima îşxalker ên li dijî Refah û Xan Yûnisê de herî kêm 3 kes şehîd bûn.
Ensarullahê Yemenê, daxuyand ku ew di çend operayonên ku li Behra Sor li dar xistine de bi fuze û balafirên bêînsan yê hewayê ve USS Harry S. Trumana koma keştîya balafirê ya Emrîkayê hedef girtine, hat îfadekirin ku di operasyonê de balafireke herbê ya ji tîpa F/A-18ê jî xistine xwarê.
Di pevçûna ku li bakurrojavaya Pakistanê derket de 4 leşker canê xwe ji dest dan, 15 leşker jî birîndar bûn.
Li nêzê Kûbayê di mezinahîya 5,9an de erdhejek pêk hat.