Îşxalkeran du qeyikên masîgiriyê teqandin û sê masîgir desteserkirin
Di demekê de ku artêşa îşxalker peymana agirbestê îxlal dikir, topan diavêt û xanî li rojhilatê Xezzeyê wêran dikir, hêzên behrê yên îşxalker li peravên Xezzeyê du qeyikên masîgirên Filistînî teqandin û sê masîgir desteserkirin.
Zekerîya Bekîr ji Komîteya Masîgirên Filistînî got ku hêzên îşxalker li peravên bajarê Xezzeyê du qeyikên masîgirên Filistînî teqandin û masîgir Mihemed Nafiz el-Xubeyl, Fuad Nafiz el-Xubeyl û Ehmed Omer el-Xubeyl desteserkirin.
Bekîr ragihand ku qeyikên êrîşê yên hêzên behrê yên îşxalker gule li peravên Xezzeyê reşandine. Her wiha hat ragihandin ku îro sibehê wesayîtên artêşa îşxalker li rojhilatê Kampa Cibaliya ya li bakurê Xezzeyê gule reşandine û artêşa îşxalker li rojhilatê bajarê Deyr el-Belah ê li navenda Xezzeyê top avêtiye.
Hêzên îşxalker îro serê sibê li taxa El-Şucayiye ya rojhilatê bajarê Xezzeyê bi bombeyan hinek xanî wêran kirin.
Di heman demê de, di serdegirtinên ku îro danê sibê ji hêla hêzên îşxalker ve li deverên cûda yên Şerîaya Rojava hatin kirin de gelek kes birîndar bûn û hatin desteserkirin.
Di dema êrîşa hêzên îşxalker li ser bajarê Beyt Ummerê yê li bakurê El Xelîlê de, bi dehan Filistînî ji ber gaza dijwar a ku ji hêla leşkerên îşxalker ve hatî avêtin, birîndar bûn.
Dema ku li avahiyek li bajarê El-Bireh ê li parêzgeha Ramallahê ji ber gaza rondikrêj û bombeyên deng ên ku ji hêla hêzên îşxalker ve hatine avêtin agir derket, du ciwan ji hêla hêzên îşxalker ve hatin desteserkirin.
Li gorî agahiyan, hêzên îşxalker li navendeke karsaziyê ya li bajarokê Silvad ê li bakurê rojhilatê Ramallahê gelek kes girtin û dikanan lêgerîn kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Çeteyên sîyonîst ên îşxalker di êrîşa xwe ya li ser gundê El-Muxayir ê li bakurê rojhilatê Ramallahê de sê wesayîtên Filistînî şewitandin.
Wezareta Tenduristî ya Xezzeyê, diyar kir ku di nav 24 seatên dawîn de 14 kesên dinê jî şehîd bûn, bi tevî van şehîdan hejmarê şehîdan gihîşt 68 hezar û 280an. Tê îfadekirin hêna jî bi hezaran cenazeya Filisînî di bin kavilan de ne.
Serokê Emrîkayê Donald Trump, bawer dike ku ew ê rejima îşxalker Şerîaya Rojavayê îlhaq neke.