Îşxalkeran li El-Xelîlê zarokekî qetil kirin

Hat ragihandin siyonistên terorîst û îşxalker li El-Xelîlê zarokekî şehîd kirin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin siyonistên terorîst û îşxalker li El-Xelîlê êrîş birin li ser zarokekî. Di encama êrîşa ku hat kirin de zarokê 13 salî birîndar bû.
Zarokê 13 salî yê bi navê Eymen Nassar El-Haymunî hat rakirin nexweşxaneyê; lêbelê digel temamê mudaxeleyan Eymen Nassar El-Haymunî li nexweşxaneyê şehîd bû.(ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hat ragihandin di qetlîama ku ji teref siyonistên har û terorîst ve zêdetirî 15 mehan li Xezzeyê hat kirin de nêzî 18 hezar zarok hatin şehîdkirin.
Hat ragihandin îşxalkerên siyonist peymana agirbestê ya li Xazzeyê 350 caran îhlal kirin.
Hat ragihandin di bergeha peymana teqasa êsîran a di navbera berxwedana Filistîn û rejîma îşxalê de 2 îşxalker ji Komîteya Xaça Sor re hatin teslîmkirin.