Li Dîyarbekirê, gelek avahî ji ber erdheja 6ê Sibatê xesarên giran û orte girtin, ji ber vê yekê gelek avahî hatin valakirin û ew avahîyan ji bo sût û tiryakfiroşan re bûye cîh û war.
Ji ber erdheja ku di 6ê Sibatê de li Mereşê pêk hat wek gelek bajaran Dîyarbekirê jî jê tesîrdar bû, xerakirina avahîyên ku giran xesarê girtin jî berîya hilbijartina 31ê Adarê hatibûn sekinandin.
Gelek avahî li navçeya Rezan hatibûn valakirin û bi wê şeklê têne sekinandin.
Avahîyên ku hatine valakirin bûne cîh û warên çop û çepelîyan, sût û tiryakfiroşan. Mirovên ku li nêzê wan avahîyên xerabûyî dimînin di nav endîşeyeke mezin de ne.
“Ji ber bêhn û rewşa xerabûyî şênîyên taxê hema hema hatine ber malbarkirinê”
Muxtarên taxê ku pisrgirêkên avahîyan û taxan anîtin ziman ji rayedaran re bang kirin ku bila bi lez û bez dest bi xebatan bikin.
Muxtarê Taxa 5 Nîsanê Mehmet Karahan, her roj ew ji ber wan avahîyan şîkayetan digrin:
“Li taxa me ya 5 Nîsanê 6 avahîyên giran, 68 heb jî avahîyên orte xesar hene. Van avahîyan valane û di nav wan de tiryak tê xwarin, fihûş tê kirin, dizîtî tê kirin. Mixabin li Taxa me ya 5 Nîsanê xebatên xerakirinê hatine sekinandin. Li Ceddeya me ya Lezgîn Avciyê şênîyên taxê hema hema hatine ber malbarkirinê. Her roj welatîyên me şîkayetan dikin. Vê sibehê jî xelk li min gerîya û ji bo avahîyekî xesar şîkayetê kirin. Xelk îsyan dike.
“Bajêr mehf bûye, kesî ku eleqedar be nîne”
Muxtar Karahan, “Çend roj berê mi vê mijarê ji Qeymeqam re got. Ew jî got ku li tevahîya navçeyê de 63 avahiyên xesara giran hene, berê vana nikarin avahiyên xesara orte dîtine xerabikin. Dibêjin ku hafrîyatên avahiyên ku hatine hilweşandin hatiye rakirin lê di her şûna avahiya hilweşiye jî nêzî 5-6 qemyon kavil hene. Li kêleka avahiyên giran xesar mirov dijîn. Mirovên ku li avahiyên xesara orte de dijîn jî hene. Ma wê piştî erdhejê mudaxele bê kirin? Gerek ji berê ve tedbîr bên girtin. Ez bangî rayedarên giştikî saziyan dikim. Gel mexdûrin. Hun alikarê me bin emê kêfxweşbin.”
“Ev avahî bûne cihên çeteyên tiryakkêşan, tu çi xerabî bibêjî he ye”
Muxtarê Meheleya Mewlana Xalitê Îlhan Şahîn diyar kir ku ji ber erdheja 6ê Sibatê 100 avahî ku 48 ji wan xisara giran dîtine û 52 ji wan jî bi awayekî xisara orte dîtine û got ku, di lêkolînan de, 52 avahiyên ku bi xisara orte dîtine, piştre bûne avahiyên ku xisara giran dîtine.
Muxtar Şahîn, anî ziman ku ji bo hemû avahiyên ku kêmasiyên wan xisar dîtine biryara hilweşandinê hatiye dayîn û li ser pirsgirêkên ku hatine jiyîn sekinî û got, “Gelê mehelê ne rehetin. Ev avahî bûne cihên çeteyên tiryakkêşan, tu çi xerabî bibêjî he ye. Min vê rewşê ji qeymeqam û ewlehiyê re got. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê ez rîca dikim. Niştecihên li kêleka avahiyên xisara giran jî diltirsin û di heman demê de di nava rewşeke perîşanin jî. Ez ji rayedaran rica dikim, bila meheleya me ji vê derdê xilas bikin. Di demeke kin de bila dest bavêjin vê mijarê û gel ji vê rewşê xelas bikin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Temsîlkarê Bajara Êlihê yê Yekîtîya Nivîskarên Tirkîyeyê Prof. Dr. Şemsettîn Dursunê ku destnîşan kir pêşeroja mirovên ku kitêb dixwînin ronîye, ji ciwanan re derheqê xwendina kitêbê de tewsîyeyan da.
Cotkarên ku li Êlihê di nav erdên xwe de enerjîya tavê danîne, bi vê şeklê ew ê erdên xwe bêperetî avdanê bikin. Bi xêra ev projeya ku li Êlihê cara yekem e cotkaran ji melîyeta ceryanê xelas bûn, ji cotkarên dinê re jî ev tewsîyeyê kirin.
Roj bi roj hinek emelên Pêxemberê me eleyhîsselat û wesselam ê ku piştî Quranê ji Misilmanan re wek nîzama jîyanê hatîye diyarkirin hatîye îhmalkirin û terkkirin. Ji vana jî ew ê herî muhîm Nimêja şevê, sîwaq û mesafeya sefên nimêjê ye.
Ev hûnermendên qaşo yên ku tu nirxên exlaqî nas nakin dibin sedema tehrîfatê.