Du sal berê di 6ê sibata sala 2023an de erdhej çêbibû. 11 bajar û 14 mîlyon însan ji van 2 erdhêjan tesîrdar bûbû.
Li Tirkyeyê di 6ê Sibata 2 sal berê de bi du erdhêjên Mereşê hejiya. Navenda erdhêja ewil navenda navçeya Bazarcixê ya Mereşê bi şîddeta 7,7an saet di 4e şevê re 17 deqe derbas bûbû qewimî. Erdhêja duyem jî navenda wê navçeya Elbîstanê bû piştî nîvro saet ji yekê re 24 deqe derbas bû bi şîddeta 7,6an qewimî.
Digel Mereşê bajarên, Hatay, Osmaniye, Semsûr, Dîyarbekir, Riha, Enteb, Kîlîs, Meletî û Elezîz ji erdhêjê tesîrdar bûn. Di felaketa esrê de 53 hezar û 537 kesan canê xwe ji dest dan. 107 hezar û 213 kes jî birîndar bûn.
Piştî erdhêjan ji 93 welatan ekîbên lêgerîn û xelaskirin hatin herêm erdhêjê û beşdarê xebatan bûn.
Di 120 hezar kîlometreyê de 14 mîlyon însan raste rast tesîrdar bûn. Erdêhj li 11 bajar, 124 navçe û li 6 hezar û 929 tax û gundan bû sebeba hilweşandinek mezin.
Li seranserê welêt ji ber erdhêjan şîn hat, li herêma erdhêjê jî qerara herêma derasayî yanî OHAL hat îlankirin.
Ji bo erdhejê hemû sazî û daîreyên dewletê, îdareyên mahallî, saziyên civaka sivîl û dildar seferber bûn. Piştî erdhejê av, xida, îlaç, cilûberg û îhtiyaciyên din ên sereke ji herêma erdhêjê re hat şandin.
Di erdhêjan de 38 hezar û 901 bîna xira bûn. Di van bînayan de lêgerîn hatin kirin, di 26 hezar bînayan de faaliyetên lêgerîn û xelaskirinê hatin kirin.
Di çarçovaye xebatan de 11 hezar û 488 ekîbên navnetewî, 35 hezar û 250 ekîbên lêgerîn û xelaskirinê, 142 hezar personelên ewlehiyê bi tevahî 650 hezar personelan wezîve kirin.
Li herêmê 350 konbajar, 645 hezar çadir, 414 bajarên konteyniran û 215 hezar hezar û 224 konteynir hatin avakirin.
Li herêma erdhêjê di 2 mîlyon û 302 bînayan de û di qismên xweser ên 6 mîlyon û 227 bînayan de xisar hat tespîtkirin. A niha ji sedî 91 enqaz hatiye rakirin.
Di çarçoveya xebatên xwediyê heqbûnê de, 389 hezar xanî 40 hezar û 658 kargeh û 11 hezar û 531 axir bi tevahî 441 hezar û 567 xwediyê heq hatin hatin dîyarkirin.
Di çarçoveya pêçandina birînên erdhêjzedeyan de li navendên bajaran û gundan dest bi çêkirina 307 hezar xaniyan hat kirin.
Ev erdêjên 6 meha sibate li seranserê Tirkyeyê bû sebeba êş janek mezin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) "Encamên 2024an ên Sîstema Qeyda Nufûsê ya li Gorî Edreseyê" eşkere kir, li gorî vê, nufûsa Tirkiyeyê bû 85 milyon û 664 hezar kes. Li Tirkîyeyê nufûsa 40 bajarên kêm bû.
Serokê Giştî yê Karwana Umudê Cengîz Kurtaran di salvegera erdhêja Mereşê de li Semsûrê erdhejzedeyan zîyaret kir, Kurtaran bangî hukûmetê kir û got ku piştî ku xanîyên komalî hatin çêkirin konteynerên ku vala manê bila ji Xezzeyê re bên şandin.
Bi tesîra fiyeta zêra ons a li pîyaseya navîn û zêdebûyîna dolarê zêra çaryek derket 5 hezar û 459 lîreyî.
Weqfa Evîndarên Pêxember, ji bo Pêşbirka Sîyerê ya bixelat a ku wê di 9ê Sibatê were kirin temamê hazirîyên xwe kirin û ji bo beşdarên ‘Pêşbirka Sîyerê’ hûrgilî û hişyarîyên muhîm da.