Li navçeya Fekeya Edeneyê 22 xwendekarên dibistana pêşîn, ji ber şibheya bijehrîbûna ji xwarinê ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.
Hat îfadekirin ku 22 xwendekarên di Dibistana Pêşîn a Suphandereya navçeya Fekeyê de dixweyînin ji ber gilîya vereşan û dilgerandinê ji teref mamosteyên xwe ve ji Nexweşxaneya Dewlet a Fekeyê re hatin rakirin.
Hat destnîşankirin ku rewşa xwendekarên ku hatin tedawîkirin baş in.
Derheqê meseleyê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Dikandarê Çewlîgî Fatîh Goren li ber cihê kargeha xwe qumaşê bi nivîsa "îsraîla îşxalkar boyqot bike" vekir û bang li hemûkesan kir ku bi boyqotkirina şîrket û berhemên ku piştgiriyê didin rejîma sîyonîst, ji Xezzeyê re bibin destek.
Du sûcdarên ku bi sûca êrîşa 5 welatîyên Herêma Kurdistanê berî du salan hatibûn desteserkirin, her yek bi 5 cezayên giran û cezayên din ên girtîgehê hatin cezakirin. Di biryara bi hincet de bal hat kişandin ser hûrgiliyên êrîşê û bersûcan bi hevkariyê sûcê "kuştina bi qest" kirine.
Li Meletîyê, otobûsekî ku karker di nav de bûn ji ber bûzê gêrê şerempolê bû, di encama qezayê de kesekî canê xwe ji dest da, 16 kes jî birîndar bûn.
Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr, di axavtina ku di Sazîya Giştî Ya Meclîsê de kir de bang kir ku bila li hember rêxistinên ji rê derketîyan (LGBT) tevgerek bê kirin.