Parlamenterên MHPyî Hasan Basrî Sonmez, Îsmaîl Akgul û Mustafa Demîr ji partîyên xwe îstîfa kirin.
Alîkarê Serokê Giştî yê MHPê Semîh Yalçin, diyar kir ku ji Parlamenterê Ispartayê yê MHPê Hasan Basrî Sonmez, Parlamenterê Boluyê Îsmaîl Akgul û Parlamenterê Kîlîsê Mustafa Demîr îstîfayên wan hat xwestin.
Yalçin, li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek parve kir û di daxuyanîya xwe de weha îfade kir, “Di encama lêkolîna ku di nav partîyê de berdewam dike de, ji parlamenterên me Sonmez, Akgul û Demîr îstîfayên wan hat xwestin, di berdewamê de dîlekçeyên wan ên îstîfayê hatine qebûlkirin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Îlahîyatvan-Nivîskar Ozkan Yaman îfade kir ku di binhişê her însanekî de wekhevbûna eshabîyan û hesreta jîyandina jîyana wek wan heye, ji ber vê yekê eshabîyan hem terapî hem tesellî hem jî wesîleya rêberîyê ne.
Li navçeya Seferîhîsara Îzmîrê ji polêsên ku diçûn bûyerê re gule hat reşandin, di encamê de 3 polês birîndar bûn.
Di encama xebatên ku ji teref Midûrtîya Ewlehîya Bajarê Entabê ve hat lidarxistin de, li 2 edresan lêgerîn hat kirin, di lêgerînan de 3.204.000 heb hebên tiryakê û metamfetamîn hatin bidestxistin.