Serokê Giştî yê Weqfa Yetîman Fîkrî Karavîl derheqê navenda koordînasyonê ya li Hatayê hatîye avakirin de axivî û bang li xêrxwazan kir.
Weqfa Yetîman, Karwana Hêvîyê, Destê Sêwîyan a Ewropayê û IHO Ebrar piştî erdhejên ku navendên wan Mereş bû, nêzî mehekê li herêmê feelîyetên alîkarîyê didomîne.
4 komeleyên alîkarîyê piştî Malatya, Semsûr, Mereş û Îskenderûnê ewê aniha jî li navçeya Defeneya Hetayê Navenda Koordînasyonê ava bike, alîkarîyê ji erdhejzedeyan bike û xwarina germ belav bike.
Koordînatorê herêmê yê 4 sazîyên alîkarîyê û Serokê Giştî yê Weqfa Yetîman Karavîl, derheqê Navenda Koordînasyonê ya li Defneyê hatîye ava kirin de agahîyan da.
Karavîl wiha got, “Piştî Malatya, Semsûr, Mereş û Îskenderûnê em îro jî hatin Hetayê. Ji xwe ji roja ewil a erdhejê ve xebatên me yê lokal hebûn. Ji roja ewil me bi aşxaneyên seyar alîkariyan dikir îja îro jî navenda koordînasyonê ya mayînde me ava kir. Hevalên me nêzî 4 roj in ku li vêderê xebatan dikin. Înşaalah ji îroj pê ve ewê li vê derê xwarina germ bê belav kirin.“
Karavîl bangek girîng li xêrxwazan kir û wiha got:”Di rojên ewil de ji ber ku canê milletê me pir êşîya bû herkes tiştê ku ji destê wî dihat kir. Lê belê ewê li vê derê xebatên me bidomin li pêşîya me meha Remezanê heye. Ewê li 5 cîhan konê me yên fitarîyê hebin. Ji bo ku em karibin alîkariyên xwe bidomînin divê xêrxwaz jî alîkarîyên xwe bidomînin. Ez dixwazim bangek li xêrxwazên xwe bikim: Muheqqeq bila ji aşxaneyên me yên li herêma erdhejê re alîkarîyê bikin. Xwedayê Teala ji aniha ve xêrê ku ewê bikin qebûl bike.“ (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê tankera ku mazot barkirîbû, li tira ku di heman alîyê de diçû qelibî. Di encama qezayê de 2 kesan birîndar bûn.
Namzedê Serokê Şaredarîya Çewligê yê HUDA PARê Yunus Emîroglu, di bernameya fitarî ya ku partîya wî tertîp kiribû de axivî û weha got, “Meseleya Fîlîstînê meseleya Mescîdî Eqsayê ji bona me meseleyekî îman û eqîdeyê ye. Ji ber vê yekê ji bo me meseleyekî li ser sîyasetê ye.”
Wezîrê Karên Hindir Elî Yerlîkaya, daxuyand ku li 30 bajaran li dijî DAÎŞê operasyon hatine lidarxistin, di encama van operasyonan de 147 şikdar hatin binçavkirin.
Li ser rêya Bêdlîs-Tetwanê ji ber barîna berfeke gur qezaya zîncîrî pêk hat, mirovên ku birîndar bûn ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.