41 şikdarên ku heqaret li Serokkomar Erdogan û malbata wî kiribûn hatin binçavkirin

41 şikdarên ku hatin tespîtkirin ku di xwepêşandanên li Stenbolê de heqaret li Serokkomar Erdogan û malbata wî kirine hatin girtin.
Di çarçoveya tehqîqata ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dabû destpêkirin de 41 kesên ku di xwepêşandanên li Saraçhaneya Stenbolê de heqaret li Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û malbata wî kiribûn hatin binçavkirin.
Piştî xwepêşandanên ku ji bo protestokirina tehqîqata bêrêtî û terorê yên li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hatin lidarxistin, hat dîtin ku şikdaran heqaret li Serokkomar Erdogan û malbata wî kirine.
Serdozgeriyê ji bo şikbaran bi îddîayên "Heqaret li Serokkomar kirine", "Îxlalkirina Qanûna Civîn û Xwepêşandanan" û "Li hember memûrê wezîfedar" biryara binçavkirinê da.
41 şikdarên ku di operasyona ekîbên Midûriyeta Ewlehîyê ya Stenbolê da hatin girtin, piştî karên li midûriyeta ewlehîyê sewqî meqamên edlî hatin kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Alîkarê Serokê Weqfa Evîndarên Pêxember Kenan Çaplik, bi minasebeta Şeva Qedrê peyamek weşand û bal kişand ser ehemmîyeta vê şeva pîroz. Çaplik diyar kir ku Şeva Qedrê ne tenê ji bo pakbûna ferdî firsend e ji bo ku hişmendiya ummetê zindî bihêle û mesûlîyeta piştgiriya bi mezlûman bi bîr bîne jî firsed e.
Li navçeya Ermeneka Karamanê, pîqabek ket nav ava bendavê, di encama qezayê de kesekî canê xwe ji dest da.
Lijneya Wezîran a ku wê di bin serokatîya Serokkomar Erdogan da bicive, di civînê de wê lêpirsîna "teror û gendeliyê" ya li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, geşedanên aborî û geşedanên dawî yên di polîtîkaya derve de bên nirxandin.