Evîndarên Pêxember di Şeva Qedrê de peyamek weşand: Ev şev hem ji bo pakbûna ferdî hem jî ji bo hişyarbûna ummetê firsedek e

Alîkarê Serokê Weqfa Evîndarên Pêxember Kenan Çaplik, bi minasebeta Şeva Qedrê peyamek weşand û bal kişand ser ehemmîyeta vê şeva pîroz. Çaplik diyar kir ku Şeva Qedrê ne tenê ji bo pakbûna ferdî firsend e ji bo ku hişmendiya ummetê zindî bihêle û mesûlîyeta piştgiriya bi mezlûman bi bîr bîne jî firsed e.
Çaplik destnîşan kir ku Şeva Qedrê şeva ku Quran hatîye şandin, derîyên rehmetê hatin vekirin û rêberî ji mirovahiyê re hat kirin e û bal kişand ser îbadetên ku di vê şevê de tên kirin ji bo nêzikbûna Xwedê û ji bo guherîneke manewî ya mayînde gelek muhîm in.
Çaplik diyar kir ku Şeva Qedrê ne tenê ji bo paqijiya ferdî, di heman demê de ji bo li erdnîgariyên bindest li hemberî zilmê hesasiyet pêş bikeve û hişmendiya ummetê xurt bike firsend e. Çaplik bi taybetî ji kesên li Xezzeyê û herêmên din ên bindest dijîn duayên xwe kir û destnîşan kir ku divê em ji Xweda edalet, rehm û biratiyê bixwazin.
"Ev şev şeva ku deriyên rehmetê vedibin e"
Çaplik destnîşan kir ku şeva Qedrê ji hezar mehan bi berekettir e û weha got: "Her ku em nêzikî rojên dawî yên Remezanê dibin, em kêfxweşiya pêşwazîkirina Şeva Qedrê ya ku ji hezar mehan bi berekettir e dijîn. Ev şev şeva ku şandina Quranê hatîye destpêkirin, dema ku wezîfeya Pêxembertîyê hatîye dayîn e. Şeva Qedrê mizgînîya Qurana ku tenê ji civanekî re nebûye rêber ew ji hemû însanîyetê re bûye rêber e. Şeva Qedrê ew şev e ku mirovahî ji tariyê derketiye ronahiyê û deriyên rehmetê vebûne û li ser rûyê erdê ronahiyek, li ser hişan jî wateyek zêde kiriye.”
"Îşev ji bo guhertineke mayînde firsedek e"
Çaplik di peyama xwe de diyar kir ku Şeva Qedrê ne tenê weztek e, ji bo mirovahiyê peyameke Xwedayî ye û dûre weha got:
“Şeva Qedrê ji bo hemû mirovahiyê banga hîdayet, edalet û rehmetê ye. Bi vê şevê însanetiyê mifteya seadetê li her du dinyayan dîtiye, ji yên ku rêyên xwe winda kirine re îstîqamet û ji mezlûman re jî hêvîyê daye. Rojên dawîn ên Remezanê û Şeva Qedrê, wextên ku ji rehmeta Xwedê re nêziktir in. Encax ev rehmet û mexfîret, ne ku di dawîya şevê de wek diayrîyekî bidestbixî yî, ev ji bo guhertineke mayînde firsedek e. Wê hişyarîya menewî ya ku em ê wê çaxê bidestbixin divê di hemû jîyana me de cîh bigre.”
"Divê em vê şevê wek firsedek bibînin û xwe bi îbadet û nimêjê paqij bikin"
Çaplikê ku Şeva Qedrê wek firsendek nirxand, bal kişand ser girîngiya pakbûna bi îbadet û nimêjê û weha got: "Divê em vê şevê wek fersend bihesibînin û bi îbadet û nimêjê xwe paqij bikin. Ev şev wexta ku em bi duayên ji dil serî li Rebbê xwe bidin e. Werin em bi xwendina Quranê û di rêbertîya wê de xwe nû bikin. Yê ku divê di dawîya Remezan û vê Şevê de ji me re bimîne; Nêzbûna ji Xwedê re û Misilmanbûnekeî bişiûrtir be. Ev jî encax bi guhertina exlaqeke mayînde wê bibe.”
"Werin em nimêja xwe bi birayên xwe yên di bin zilmê de li erdnîgariyên bindest, bi taybetî li Xezzeyê bikin yek"
Çaplik destnîşan kir ku divê bi taybetî li dijî zilma ku di vê şeva pîroz de li erdnîgariyên bindest tê kirin dua bê kirin û weha got: "Di vê şeva pîroz de bila em bi xwişk û birayên xwe yên li erdnîgariyên bindest û bi taybetî li Xezzeyê duayên xwe bikin yek. Şeva Qedrê ne tenê ji bo pakbûna ferdî, ji bo zindîkirina hişmendiya ummetê, parvekirina bi sedeqeyê û vejandina berpirsiyariya piştevaniya bindestan bi vê hişyariyê ji Rebbê xwe re ji bo cîhanek ku edalet, rehm û biratiyê serdest be, dua dikin."
"Bila em ji rehmeta vê şevê bêpar nemînin"
Çaplik îfade kir ku ew wek Weqfa Evîndarên Pêxember daxwaz dikin ku Şeva Qedrê ji bo temamê alema Îslamê aştî, yekîtî û zêdehiyê bîne û weha axavtina xwe dawî kir:
“Rebbê me nimêjên me qebûl bike û efûya xwe bide me. Hişmendiya ummetek ku wê bi ronahiya Quranê tarîtiyê bibe ronahiyê, wêranê bibe vejîn û rondikên çavan jî bibe şahiyê. Bide me ku em ji rehma vê şevê bêpar nemînin û vê hişmendiyê bikin şeklê sedeqeyê." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
41 şikdarên ku hatin tespîtkirin ku di xwepêşandanên li Stenbolê de heqaret li Serokkomar Erdogan û malbata wî kirine hatin girtin.
Li navçeya Ermeneka Karamanê, pîqabek ket nav ava bendavê, di encama qezayê de kesekî canê xwe ji dest da.
Lijneya Wezîran a ku wê di bin serokatîya Serokkomar Erdogan da bicive, di civînê de wê lêpirsîna "teror û gendeliyê" ya li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, geşedanên aborî û geşedanên dawî yên di polîtîkaya derve de bên nirxandin.