Rûniştina doza Narîn Gûran a ku cenazeyê wê 19 roj piştî windabûna wê li Dîyarbekirê hat dîtin, di roja duyemîn de berdewam dike. Piştî pirsên di danişînê de hatin kirin bav Arif Gûran bi xwe girt û bêkeys ket û rakirin nexweşxaneyê.
Danişîna dozê ya ku doh li 8emîn Dadgeha Cezayê Giran dest pê kir di roja 2yemîn de bersûcên girtî di bin tedbîrên tund ên ewlehiyê de ji Kampusa Saziyên Cezayê ya Dîyarbekirê bi wesayitên sewqiyata girtîgehê sewqî Edliyeya Diyarbekirê hatin kirin.
Bersûcên girtî apê Narînê Salim, dîya Narînê Yuksel û birayê mezin Enes Gûran û Nevzat Bahtiyar ên di çarçoveya lêpirsînê de li xwe mikur hatin ku cenazeyê Narînê yê bê can li Newalê veşartîye û parêzerên wan tev li danişînê bûn.
Di dozê de îfadeya 4 bersûcên girtî û bavê Narîn Arif Gûran û pîreka Nevzat Bahtiyar doh hat girtin.
Roja duyemîn a dozê bi gohdarkirina şahidan dest pê kir. Di danişîna îro de ewil birayê mezin Baran Gûran wek şahid hat gohdarkirin.
Bav Arif Gûran ku ji ber pirsên parêzerê berê yê Baroya Dîyarbekirê Nahît Eren ji Baran Gûran re hêrs bû, nexweş ket.
Arif Gûran ê ku demarî ketibû kir qîrînî û got "min bikujin". Piştre Arif Gûran ji salona dadgehê derxistin û bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê.
Dadgeh berdewam dike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Şahzade Demîr weha got, “Digel daxuyandina Wezareta Bazirganîyê ku bi rejîma îşxalker re bazirganî qut bûye îddîayên cîddî hene ku ev bazitganî li ser Filistînê tê kirin. Tirkîye mecbûre ku di vê qirkirinê de ji bertekên xelkê re goh bide.”
Weqfa Alîkarîya Însanî ya Karwana Hêvîyê ya li navçeya Serêkanîyê Rihayê ji bo malbatên mihtac bi piştgiriya xêrxwazan "hêvî"bûna didomîne.
Betlaneya yekemîn a navberê ji bo xwendekarên bi milyonan, îro dest pê dike û di 18ê Mijdarê de dawî dibe.