Ciwanên Diyarbekrê ji bo Xezzeyê meşîyan

Ji bo balkişandina ser qetlîam û qirkirina ku rejîma îşxalker li Xezzeyê dike, li Dîyarbekirê ji teref Tevgera Ciwanî û Dawetê ve meşek hate lidarxistin.
Her çiqas êrîşên rejîma îşxalker ên li ser Xezzeyê tam 602 roj in berdewam dikin jî, li deverên cuda yên cîhanê xwepêşandan û daxuyaniyên piştgiriya Filistînê berdewam dikin.
Ciwanên ku di bin pêşengiya Tevgera Ciwanî û Dawetê ya li Dîyarbekirê de li hev civiyan, li navçeya navendî ya Rezanê meşek girseyî li dar xistin û daxuyaniyek çapemeniyê dan.
Ciwanên ku bi şal li ser milên xwe û al û pankartên Filistînê di destên xwe de dimeşiyan li Parka Koşuyolu civîneke çapemeniyê li dar xistin.
"Em bi biryar in ku Xezzeyê qet ji rojeva xwe dernexin"
Daxuyaniya çapemeniyê li ser navê Tevgera Ciwanî û Dawetê ji teref Huseyin Oguz ve hate xwendin.
Oguz diyar kir ku tam 602 roj ji ser Tofana Eqsayê ya 7ê Cotmehê derbas bûne û tekez kir ku rejîma îşxalker 602 roj in bênavber Xezzeyê bombebaran dike, bê cudahî jin, zarok û extiyaran hedef digire û di tu serdemên dîrokê de zilm bi vî rengî eşkere û bêwijdanî nehatiye kirin.
Oguz, destnîşan kir ku bombebarankirin û şewitandina zarokan li ber çavên hemû cîhanê barbariya rejîma îşxalker nesekinand û got, "Mirovên xwedî wijdan li dijî êrîşên ku ji 7ê Cotmehê ve ji teref îsraîlê ve hatine destpêkirin, li çar aliyên cîhanê daketin kolanan. Bê navber çalakiyên xwe berdewam kirin. Ji bo Xezzeyê giriyan, hêstir rijandin, qîriyan û nerazîbûn nîşan dan. Em, wekî Tevgera Ciwanî û Dawetê, li vir in ku Xezzeyê û rihê Eqsayê biparêzin û meydanan vala nehêlin. Em bi biryar in ku ruh û heyecana xwe ji bo Xezzeyê zindî bihêlin, nefreta xwe ya ji bo Cihûyan tûj bikin, bi mal û enerjiya xwe her tim li kêleka mucahîd û Xezzeyê bin... Em bi biryar in ku di boykotkirina mal û milkên îsraîlê û piştgirên wê de tawîzek piçûk jî nedin, hişmendiya boykotê li derdora xwe belav bikin û qet Xezzeyê ji rojeva xwe dernexin."
"Mixabin, ev kiryarên ku li çaraliyê cîhanê têne kirin têrê nakin ku êrîşên hovane rawestînin"
Oguz axaftina xwe bi gotina "Silav ji hemû mirovên wêrek û wijdanî yên ku ji bo Xezzeyê derketin kolanan û dengê Xezzeyê ne" berdewam kir û dûre wiha got, "Mixabin ev kiryarên mirovî û wijdanî yên ku li çaraliyê cîhanê têne kirin ji bo rawestandina van êrîşên hovane têrê nakin. îsraîl bi kêfa şeytanî êrîşên xwe didomîne û hetta zêde dike, hemû qîrînên wijdanî paşguh dike. Her cara ku em dibêjin ku ev asta barbarî û hovîtiyê nayê derbaskirin, îsraîl hovîtiya xwe digihîne astek din."
Oguz destnîşan kir ku bêdengiya serokên Ereb û pasîfbûna Ummeta Îslamî Emrîka û îsraîl hîn bêtir hêrs kir û axaftina xwe wiha domand:
"Ji serokên welatên Ereb ên ku xelkê wan Misilman in, tu xeberek nayê. Serokên welatên Ereb ên ku em li bendê ne ku alîkariya Filistîn û Xezzeyê bikin, nikarin tewra kîsikek ard jî têxin Xezzeyê an jî xwarinê têxin ser tabaqê zarokekî. An jî bi zanebûn û bi dilxwazî alîkariyê nakin. Trump, ku di hefteyên dawî de çû welatên Kendavê, bi peymanek veberhênanê û çekan a 3.2 trîlyon dolarî ji Erebistana Siûdî, Îmarat û Qeterê vegeriya Emrîkayê. Trump bi pratîkî welatên Ereb neçar kiriye ku bacê bidin. Dema ku serokên welatên Ereb kêfên xwe di xiyanetek mezin de didomînin, ew Xezzeyê li kêleka xwe paşguh dikin."
"Ey rêberên Ereb! Ji dawiya ku ji we re hatiye amadekirin bitirsin!"
Oguz got, "Dawîya zilmê şikestinek mezin e. Ne Nemrûd, ne Fîrewn, ne Haman, ne jî Karun... Tu kes ji wan nikarîbû ji dawiya ku Xwedê ji bo wan amade kiribû bireve. Ne dewlemendiya wan, ne artêşa wan, ne jî hêza wan nikarîbû wan ji şerm û biçûkxistinê rizgar bike. Ey serokên Ereb! Ji dawiya ku ji bo we hatiye amadekirin bitirsin. Ji dawiya xwe bitirsin... We ji Xezzeyê re xiyanetê kir. We bi dil û can teslîmî dijminên Xwedê bûn û we alîkariya dijminan kir. We pişta xwe da Îslam û Misilmanan û di dilê hemû mirovên xwedî wijdan de bûn hedefa nefreteke mezin. Xayîn û hevkarên rezîl, yên ku teslîmî bêbextî û zilmê bûn, bişkînin. Xwediyên serbilind hilweşînin... Bijî Xezze... Bijî Filistîn... Bijî Hamas... Bijî xwediyên şeref û rûmetê..." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Navenda Giştî ya HUDA PARê di peyama ku weşand de Cejna Qurbanê li alema Îslamê pîroz kir. Di peyamê de hat destnîşankirin ku eyd demên pîroz in ku biratiyê xurt dikin û bal kişandin ser êşên ku li erdnîgariya Ummetê têne jiyîn.
Rêberê Cemaeta Hîzbûllahê Rêzdar Edîp Gumuş, di peyamê de Cejna Qurbanê li Ummetê pîroz kir. Gumuş silavên taybet ji malbatên şehîdan, girtiyan û Misilmanên mihacir re şand, dua kir ku zilm bi dawî bibe û edalet hakim bibe. Wî bang li Misilmanan kir ku cejnê pîroz bikin, gilî û gazinan çareser bikin û bêtir bixebitin.
Nimêja Eyda Qurbanê li Enqereyê di seat 05.55an, li Stenbol 06.08an, li Dîyarbekirê 05.30yan, li Êlih 05.27an û li Edeneyê jî 05.52yan de bê kirin.
Temsîlkarîya Stenbolê ya Weqfa Êtîman, ji gelek zarokên Filistînî û Tirkistana Rojhilatê yên ku li Stenbolê dijîn re cil û bergên cejnê dîyarî kirin.