Dînç: Li ber xwendekarên ku dixwazin zimanê xwe yên dayîkê hîn bibin astengî heye

Alîkarê Serokê Giştî û Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç, di daxuyanîya çapemenîyê ya ku li Meclîsê da de derheqê tedbîrên li dijî alkolê, tayînkirinên mamosteyan û kêmasîya mamosteyên Kurmancî û Zazakî de nirxandinan kir.
Fauk Dînç di daxuyanîya xwe de îfade kir ku divê çawa ku bi tiryakê re micadele tê kirin û bila bi araqê re jî micadele bê kirin, ji ber vê yekê divê tedbîrên ciddî bêne girtin.
Dînç îfade kir, “Xûşk û birayên me li ber çavên me canê xwe bi girêdaybûn û mibtelabûna araqê re ji dest didin, em ê ji vêya îzîn nedin.”
“Li ber perwerdehîya zimanê dayîkê astengî hene”
Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç destnîşan kir ku digel eleqenîşandayîna ji dersên Kurmancî û Zazakî re tayînên ku têne kirin hindikin û qîm nakin, “Îsal 32 hezar xwendekarên me zimanên xwe yên dayîkê Kurmancî û Zazakî bijartin. 32 hezar xwendekarên me dersên Kurmancî û Zazakî hilbijartin lê tenê 5 mamoste ji Kurmancî re mamosteyekî jî ji Zazakî re hat tayînkirin. Ev jî ji bo xwendekarên ku dixwazin zimanê xwe yên dayîkê hîn bibin astengîyek e.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Piştî barana dijwar ku li Meletîyê barîya, jîyan bi xerabî tesîrdar bû. Bi tevî barana dijwar cedde û kolan di bin avê de man. Wesayît di nav zehmetîyê de derbas bûn.
Li navçeya Sîmava Kutahyayê di mezinahîya 4,2yan de erdhejek pêk hat.
Di rûniştina 3yemîn a ku 6 jê girtî 15 sûcdarên ku bi cînayeta Narîn Guran ku li Dîyarbekirê hat kuştin re têkilî ne de dadgeh birayar da ku dozê ji 30yê Gulanê re taloq avêt.
Li Meletîyê du wesayît serî li serî li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 2 kesan canê xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.