Derheqê şewata li Çeneqqeleyê de 4 kes hatin binçavkirin

Ji şewata li Çeneqqeleyê re hêna jî midexele tê kirin, derheqê şewatê de 4 kes jî hatin binçavkirin.
Ji şewata ku li navçeya Bayramîça Çeneqqeleyê derket re hêna jî midexele tê kirin.
Hat îfadekirin şewata ku derket belavê gundê Yîgîtlerê bû.
Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji bona ku şewat were vemirandin xebat hatin destpêkirin.
Gundên Saçakli, Ahmetçelî û Dogancayê jî hatin tehlîyekirin. Çirîskên şewatê, bi tesîra bayê mezin bû û belavê gundê Saçakliyê bû.
Hat destnîşankirin ku ji ber şewatê gelek xanîyên gund bûn wek xwelîyê.
Gundên Zeytînlî û Pitirellîyê jî ji teref ekîban ve hatin vemirandin.
Wesayîteke reş ku dihat îddîakirin agir ji teref wî ve hatîye derxistin li nêzê Yenîceyê ji teref ekîbên Midûrtîya Ewlehîya Bajêr ve hat sekinandin. 4 kesên ku di nav wesayîtê de bûn hatin binçavkirin.
Şewata ku li Çeneqqeleyê jî derket gihaştî nexweşxaneya dewletê. Nexweşên di Nexweşxaneya Dewleta Mehmet Akîf Ersoyê jî hatin tehlîyekirin.
Hat ragihandin ku 46 qamyonên avê, 1 makîneya kar, 272 personel û 8 balafir û 4 helîkopter midexeleyê şewatê dikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Merhûm Mehmet Yavuzê ku bi exlaqê xwe ya xweşik derdiket pêş û di oxira hedefên xwe de micadele dida; bi rabûn û rûniştina xwe di her qadê de dawetvanekî Îslamê bû.
Serokê Têkilîyên Derve yê HUDA PARê Huseyîn Îmîr, bi niviskî daxuyanîyek parve kir û ji plana îşxalkirina Xezzeyê ya bi temamî ya rejima sîyonîst re bertek nîşan da.
Li navçeya Zîleya Tokatê du wesayît li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de çar kesan canê xwe ji dest dan, du kes jî birîndar bûn.