Dikandarê Çewlîgî Fatîh Goren li ber cihê kargeha xwe qumaşê bi nivîsa "îsraîla îşxalkar boyqot bike" vekir û bang li hemûkesan kir ku bi boyqotkirina şîrket û berhemên ku piştgiriyê didin rejîma sîyonîst, ji Xezzeyê re bibin destek.
Dikandar Fatîh Goren ê ji Çewlikê diyar kir, divê esnafan boyqotê wekî zerarê nebînin û got, "Divê nehêlin ku birayên me yên dîndar ji bo qezençkirinek zêde an jî çend qurişî dest û lingên wan bên jêkirin.”
"Divê em ji bona ku loqmekî me kêm nebe birayên xwe yên dînî di bin bomberdûmanê de nehêlin"
Goren bal kişand ser wê yekê ku divê em ji bona ku loqmekî nanê me kêm nebe birayên xwe yên dînî di bin bombeyan de nehêlin û weha got: “Ya herî girîng a ku boyqot ji me re tîne ew e ku mirovahîya me tîne bîra me. Divê mirov boyqotê weke windahî nebîne, berovajî vê yekê qezencek e. Ji ber ku em ummeta pêxemberekî wisa ne ku em xwedî îman in ku em her birînekê bi birayê xwe yê dînî re parve bikin. Lêbelê, niha ez dibînim ku em ji bona ku loqmekî me kêm nebe dikarin birayên xwe yên dînî di bin bomberdûmanê de bihêlin. Divê wijdanê me xemgîn bibe; Lewra şîara “Yê ku têr radizê cîranê wî birçî ye ne ji me ye” ji bo birayên me yên dînî jî derbasdar e. Gava ku birayên me yên dînî di bin bombebaranê de ne, divê em ewqas rehet nebin."
"Divê dikandarên me boyqotê wekî windahî nebînin"
Goren diyar kir ku boyqot bi rastî jî qezencek e û got, “Nabe ku birayên me yên dînî tenê ji bo qezençkirina qurişekî zêde yan jî çend cureyên berhemên din dest û lingên wan bên jêkirin. Her wiha divê dikandarên me boyqotê weke windahî nebînin. Bi rastî ev qezencek mezin e. Em misilman in û di civakeke Îslamî de dijîn. Pêdivî ye ku sibe yan jî disbe ev talûke were ber derê me, ji xwe ew vê tiştê jî bi eşkere dibêjin.”
Di dawîyê de Goren anî ziman ku ew ji destpêka pêvajoya qirkirinê vir ve boyqotê dikin û got, “Ji destpêka pêvajoya qirkirinê ve em boyqotê pêk tînin û şikir ji Xwedê re, me tu ziyan nedîtiye. Lewra divê em bizanibin ku rizq ji Xweda tê. Boyqota ji bo Xwedê çima rizqê me kêm bike?” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Du sûcdarên ku bi sûca êrîşa 5 welatîyên Herêma Kurdistanê berî du salan hatibûn desteserkirin, her yek bi 5 cezayên giran û cezayên din ên girtîgehê hatin cezakirin. Di biryara bi hincet de bal hat kişandin ser hûrgiliyên êrîşê û bersûcan bi hevkariyê sûcê "kuştina bi qest" kirine.
Li Meletîyê, otobûsekî ku karker di nav de bûn ji ber bûzê gêrê şerempolê bû, di encama qezayê de kesekî canê xwe ji dest da, 16 kes jî birîndar bûn.
Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr, di axavtina ku di Sazîya Giştî Ya Meclîsê de kir de bang kir ku bila li hember rêxistinên ji rê derketîyan (LGBT) tevgerek bê kirin.