Dozvan merhum Fesîh Guler li ser qebra xwe hat yadkirin

Fesîh Guler Xoce ku emrê xwe di rêya doza Îslamê de feda kir, di salvegera 5emîn a wefata xwe de ji teref xizm û hevaldozên wî ve li ser gora xwe hat yadkirin.
Fesîh Xoce ku di salvegera 5emîn a wefata xwe de nehat jibîrkirin, li Çinara navçeya Dîyarbekirê hat yadkirin
Xoce bi taybetî di salên 1990yan de xebatên Îslamî bikardianît, di encama îşkenceyên ku di 28ê Sibatê de dîtibû de gurçikên wî îflas kiribûn. Fesîh Guler Xoce, 4 sal berê bi nexweşîna Covid-19ê li nexweşxaneyê rehmet kir.
Bernameya ku ji bo Fesîh Xoce hat tertîpkirin bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir.
“Ew, ciwanekî ku ji bo doza xwe dev ji mamostetîyê berdabû ye”
Alî Bîlmez ku hevaldozê rehmetî Fesîh Guler Xoceye derheqê jîyana Xoce de axavtinek kir û behsa samîmîyet û sedeqatîya wî kir.
Bîlmez diyar kir ku ew bi merhûm Fesîh Xoce re di sala 1996an de hev nas kirine û got, “Di wan çaxan de 25 salî bû û ew ciwanekî wisa bû ku bi edeb, biexlaq bû û ji bo doza xwe dev ji mamostetî û bazirganîya bavê xwe berdabû. Ev ciwanê 25 salî, heger mal û milkê dinyayê bixwestana niha li cîhekî midûrê perwerdehî ya netewî bû. Çîmkî hewqas aqlê wî dişxulîya. Ew dev ji hemû tiştên dinyayê berdabû û bi derdê Misilmanan re xwe derdar kiribû, bi hemû îmkanên xwe ji doza xwe re xizmetê kiribû. Wê çaxê ew hê nû zewicîbû û 25 salî bû, di wan rojan de digel zewaca xwe jî nikaribû biçûna mala xwe, zarokên xwe û dê û bavê xwe nedidît, ev tişt fedekarîyekî mezin e.”
“Nesla nû, divê fedekarîyên ku vê cemaetê di dewrên zor de kirine bibîne”
Bîlmez destnîşan kir ku di jîyana Fesîh Xoce de gelek mînak û ders hene ku em qal bikin, “Divê, ev nesla nû bizanibe ku ev cemaet di nav vê civakê de çiqas însanên xweş perwerde kirîye; divê zanibin ku însanan malên xwe, canên xwe di vê rê de xerc kirine. Divê nesla nû bibîne û bizanibe ku ew di demên zor û zehmet de ji vê cemaetê re çiqas fedekarîyan kirine.”
Alî Bîlmez di berdewama axavtina xwe de qala şexsîyeta Fesîh Xoce jî kir û got, “Em şahidin ku Fesîh Xoce, bi edeb, cesaret, exlaq û heyaya xwe ji bona ku ev dînê Xwedê hakim bibe çi kirîye. Fesîh Xoce, di dawîya emrê xwe de jî ji bona vê ummetê û însanîyetê wezîfeyên xwe yên dawîn bicîhanîtîye.”
Bîlmez, “Heger li vî welatê û herêmê ev cemaet tinebûna, 30-40 sal berê însanên wek Fesîh Xoce tinebûya ew ê ev memleket di nav destê komînîstan de bûya. Çi malê me, çi malbata me û çi jî canê me wê di nav ewlehîyê de bûya. Divê nesla ku tê, haya wan ji van emanetan hebe. Heger ev nesl xwedî li vê emanetê dernekeve, hûn bizanibin ku ew roj roja qîyametê ye.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji bona ku ambargoya li ser Xezzeyê û polîtîkayên qetlîam û birçîhiştinê ya rejima îşxalker berdewam dike, were şikandin ji welatên cuda yên cîhanê nêzê sed keştîyên alîkarîyê wê derkevin rê.
Li navçeya Bismila Dîyarbekirê, mînîbûseke gerê ku ji Erziromê diçû Mîdyada Mêrdînê qulipî. Di qezayê de yek jê pitikek 5 mehî 7 kes birîndar bûn.
Li Mûşê, bernameya “Jiyan Bi Nimêjê Xweş E” ku ji teref Komeleya Evîndarên Pêxember ve hatibû destpêkirin hat temamkirin.
Li navçeya Sindirgiya Balikesîrê di mezinahîya 4,3yan de erdhejek pêk hat.