Dr. Dursun: Nimêj şexsîyetan derdixe holê
Dr. Huseyîn Dursun di “Komxebata Nimêjê” ya ku li Entabê hat lidarxistin de axivî û got, “Nimêj mirovan ji xerabîyê vediguherîne. Şexsîyetan derdixe holê. Piştgirîya exlaqî qewet dike û hestyarîya mesulîyeta civakî zêde dike.”
Weqfa Evîndarên Pêxember, li Şahînbeya Entabê “Komxebata Nimêjê” ya 7emîn di Eywana Şahwelî ya Kongreyê de li dar xist.
Bername bi Qurana Pîroz dest pê kir û bi axavtinên vekirin û silavdayînê berdewam kir.
Dûre komxebat bi sê rûniştinê berdewam kir. Moderatîya rûniştina yekem ji teref Okkeş Korkmaz ve hat îdarekirin.
Moderatortîya rûniştina duyemîn jî ji teref Harun Aktaş ve hat îdarekirin.
Dr. Huseyîn Dursun di vê rûniştinê de pêşkêşîya xwe kir û got ku nimêj bi taybetî ji ciwanan re şexsîyetekî dide qezenckirin, ji wan re rihekî saxlem dide û di naskirina nasnameyê de gelek feydeyan dide wan.
Dursun bibîrxist ku ew ji Zanîngeha Îslamê ya navneteweyî yê Pakistanê mezûn bûye, “Wê çaxê me li Pakistanê bi tevî birayên xwe yên ku li hember emperyalîstan, sîyonîstan û teknolojîyên modern re serê xwe netewandin re xwend. Û nêzê 12 sal li Rojhilata Navîn mam. Bi tevî fermandarên pêş ên HAMASê re hema hema 35-37 sal in bira ne. Wê çavê ew di wê ciwanîyên xwe de jî haya wan ji nimêja wan hebû ku nimêj wan ji xerabîyan, necîsîyan, ji fikrên xerab dûr dixe û di nav hişûyekî de nimêjên xwe dikirin û bi tevî îlm û îrfanên xwe vegerîyan Xezzeyê. Ew bi sedmetre di bin erdê de di wan rojên ku hemî alema Îslamê ji tirsan dilerizîyan de bi tevî ciwanên xwe nimêjan dikirin. Ji şermezarkirina Nemrûd û Fîrewûnên vê dewrê netirsîyan û çokên wan danîn erdê.”
Dursun ku îfade kir, “Nimêj mirovan ji xerabîyan dûr dike. Şexsîyetê dide însanan. Exlaqa mirov xurtir dike û hestyarîya mesulîyeta civakê zêde dike.” Weha axavtina xwe berdewam kir:
“Ciwanîyek ku di dema ku Xwedê dibêje ‘Min însan û cinan ji bona ku ji min re îbadetê bikin xuliqandîye’ de di her beşa jiyana xwe de nimêja xwe dike, encax dikare ji vê tevlîhevbûna nasnameyê de xwe xelas bike.
Em şexsîyet û qereqterên bi exlaq di ciwanên ku nimêjê dikin de dibînin. Ciwanekî ku xwe bi qulpekî saxlem yanê bi nimêjê girêdayê Xwed neke, dê wê ciwanê bi xerabûy û derewên Rojavayê ve ji destê me biçe. Ji ber wê yekê ye ku em ê ciwanên xwe nekin destê biyanîyan.
Ji bona ku ciwnên me nekevin nav belaya tiryakê divê em ciwanîya xwe xelas bikin û xwedî li wan derkevin.
Nimêj ne tenê îbadetekî ye, ew dîsîplînekî hebûnê ye. nimêj mirovan ji zêhnîyeta xwebûnî, ferdîtî, nîjadperestî û qewmîyetperestîyê xelas dike û dike nav şiûra navendîyeke Xwedê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ev belgefîlma kurt çîroka birinca Qerejdaxê vedibêje, ku bi kedeke mezin li ser erdên kevirî li herêma Qerejdaxê ya Dîyarbekirê tê çandin. Çîroka ked û ezmûna sedsalî ya cotkarên ku tevî hemî îmkanên teknolojîk ên serdemê bi dasan berhev dikin vedibêje.
Serokê Şaredarîya Bajarê Mezin ê Stanbolê yê Berê Ekrem Îmamoglu, rojnameger Merdan Yanardag û dîrektorê kampanyaya hilbijartinê Necatî Ozkan hatin girtin.
Li Behra Spî di mezinahîya 3,7an de erdhejek rûda.