Dronên ku ji Iraqê hatin avêtin boriyeke petrolê ya li Erebistana Siûdî hedef girtin
Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî ragihand ku gelek dronan ku ji Iraqê hatine avêtin, boriyên petrolê yên Rojhilat-Rojava kirine hedef.
Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin ku di êrîşên ku roja Pêncşemê sibeha Pêncşemê li herêmên Riyad û Medîneyê pêk hatin de hinek kes birîndar bûne û ziyana maddî çêbûye. Derbarê hejmara birîndaran de ti amarek nehatiye dayîn.
Wezareta Enerjiyê ya Erebistana Siûdî jî ragihand ku piştî êrîşan, boriyên petrolê ji ber sedemên ewlehiyê demkî hatine girtin. Ekîbên awarte û teknîkî ji bo ewlekirina boriyan û nirxandina asta zirarê şandine herêmê.
Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî ragihand ku Riyad biryar daye ku di vê merhaleyê de bersivek nede êrîşê.
Lêbelê, hikûmeta Riyadê tekez kir ku ew mafê xwe diparêze ku hemî gavên pêwîst bavêje da ku serwerî, ewlehî û tesîsên enerjiyê yên welat biparêze.
Hikûmeta Iraqê êrîş şermezar kir û ragihand ku Serokwezîr fermana lêpirsîneke bilez daye da ku berpirsiyar bên destnîşankirin û li dijî kesên sûcdar tedbîrên yasayî bên girtin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Beşîktaşê ya Stenbolê, otobûseke IETTê kontrola xwe winda kir û li wesayîteke înşaetê qelibî, di encamê de 5 rêwî birîndar bûn.
Mole Mustafa Durgun ku rîspîyek herêmê ye , di sêyemîn salvegera wefata wî de ji hêla şopîner û xwendekarên wî ve li ser gora wî hate bîranîn.
Li navçeya Şebînkarahîsar a Gîresûnê, mînîbûseke ku karkerên findiqê dibir Meletîyê, li qamyoneteke ji aliyê dijber ve dihat qelibî û 23 kes birîndar bûn.